Hunermend Miço Kendeş, beşdarî Festîvala Muzîka Dinyayê ya Udaypûr a 5´ê ya li Hindistanê bû. Miço Kendeş li vê derê got, “Ez ji xwe re dibêjim, ez nîv Hindî me”.
Hunermend Miço Kendeş ê îro roj li Swîsreyê dimîne, di festîvalê de konserek da û François Clavelcs jî bi defê refeqetî bizqa wî kir. Li hola konserê cihê vala ji bo rûniştinê nema. Xelkê ji wî pirsiye; li Kurdistanê ev şer, êş û azar heye, çawa tu dikarî stranan bibêjî û wî jî li wan wiha vegerandiye: “Muzîk wê her hebe. Şik ji vê nîne. Dawet hene, şahî hene. Êş û arîşe pirr in, ji ber wê jî pêdiviya milet bêhtir pê heye ku hinek wan şa û bextewer bikin.”
Cara yekê bû ku Miço kendeş li Hindistanê konser dida û heyraniya xwe ji bo vî welatî jî venaşêre: “Belkî ev cara yekê ye ez têm vî welatî, lê agahiyên min li ser çand, wêje û muzîka Hindistanê hene. Ya rastî ez ji xwe re dibêjim, ez nîv Hindî me.”
NAVENDA NÛÇEYAN