Gonul Paksoy pirtûka bi navê ‘Midbexa bermahiyên wê tine ne’ derxist. Di vê pirtûkê de cureyên xwarinê yên balkêş vedibêje.Berê jî pirtûkên ‘morîkên tên xwarin’ û ‘xwarina kulîlkan’ derxistibû.

Gonul Paksoy beşa Endezyariya Kîmyayê li Zanîngeha Yildiz Teknîk qedand, piştre ji Fakulteya Zanistên Esasî ya Zanîngeha Çukurovayê lîsansa bilind û ji Enstutiya Zanistên Fenê jî doktoraya xwe kir.

Gonul dibeje, “Di Foruma Aboriya Cihanê ya Davosê de biryar hatiye girtin ku sala 2030’î bermahiyên midbexê ji sedî 50 kêm bibin. Em bi vê biryarê bi rastî bawer bikin, em ê bi ser kevin. Ji ber vê, min wisa xurekên hunerî amade kirin. Em xwezayê qirêj dikin. Cihan qirêj dibe. Heger em bixwazin, em dikarin cihanek paqij biafirînin.“

Gonul Paksoy di dawiyê de destnîşan kir ku ew bi pêşangeha xwe ya bi navê ‘çêkirinên bermahiya wan tine ye’ jî dixwaze balê bikşîne û got dema mirov birçî bin luksa wan a ku berhemên midbexê bavêjin tine ye.

EDENE