Operasyonên qirkirina siyasî yên faşîzma AKP/Qesrê li dijî vîna gelê Kurd, li gelek bajarên Ewrûpayê hatin şermezarkirin. Di çalakiya li paytexta Danîmarka Kopenhagenê de kevne-wezîrê karê derve Nielson xwest li dijî zilm û zora dewleta Tirk helwesteke zelal bê nîşandan.

KOPENHAGEN: Bi qasî hezar Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk li Danîmarkayê û Meclîsa Jinê ya Sêvê, li stasyona Svanemollen a li paytexta Danîmarka Kopenhagenê li hev civiyan û ber bi Konsolosxaneya Tirkiyeyê ve meşiyan. Li ser navê HDK-Danîmarkaya Cemal Ozsaygi li ber Konsolosxaneyê axivî û got, “Li welatê me û li erdnîgariya Kurdistanê bi her awayî zext, barbarî, komkujî û pêlan girtinê bi rengekî bêperwa dewam dikin. Ev yek dîktatoriya faşîzmê ye. Berxwedana li dijî faşîzmê maf e û di heman demê de erka mirovbûnê ye.”

‘Divê helwêsta welatên YE´yê zelal be’

Parlamenterê Endedslîstenê, Søren Søndergaard jî bi zimanekî tund girtin û zexta li HDP’ê şermezar kir û bibîr xist ku tevî girtina siyasetmedarên Kurd di rojekê de bi qasî 370 rêxistinên civakî yên sivîl jî hatine girtin. Søndergaard got, ev operaysonên qirkirina siyasî yên li Tirkiyeyê ne yên qebûlkirinê ne.

Di çalakiyê de herî dawî Parlamenterê Partiya Gel a Sosyalîst û Wezîrê berê yê Karên Derve Holger K. Nielsen got, siyaseta li Tirkiyeyê bi destê Erdogan ber bi dîktatoriyê ve diçe û bang li Danîmarka û welatên Ewropayê kir, ku li dijî girtina siyasetmedar, muxalif û nivîskaran, derhal helwesteke zelal nîşan bidin.

BESANÇON: Li bajarê Fransayê Besançonê, ciwanên endamên Tevgera Jinên Kurd li Ewrûpayê (TJK-E) û tevgerên çep ên Fransayê çalakiyeke hevpar li dar xist. Bi qasî 200 kesên li meydana Place du 8 Semtembre li hev civiyan, li dijî operasyonên qirkirina siyasî dirûşme gotin. Di çalakiyê de belavoka Platforma Piştgiriya Kurdistanê û nameyên Hevserokên HDP’ê yên ji girtîgehê, bi zimanê Fransî hatin xwendin.

TOULOUSE: Kurdistaniyên li bajarê Franseyê Toulouseê tevî dostên xwe meş û mîtîngek li dar xist. Li ser banga NCDK girse li meydana Capîtolê civiya û heta Place d’Armenie meşiya. Li vê derê axaftin hat kirin û girtina hevserok, parlamenter û siyasetmedarên Kurd hate şermezarkirin. Li ser navê Rêya Proleterya jîhat xwestin navê PKK’ê ji lîsteya ‘rêxistinên terorê’ bê derxistin.

AMIENS: Li bajarê Fransayê Amîensê, çalakiya ‘dest nede vîna min’ bi beşdariya endamên Partiya Komunîst (PCF) nûnertiya Herêma Oîse, komeleya mafên mirovan û Kurdên Rojavayî û Bakurî pêk hat. Nûnerên PCF û komeleyên mafên mirovan di meşê de axivîn û komkujî, zext û girtina li vîna gel û gelê Kurd, şermezar kirin. Qisekeran bi zimanekî tund bêdengiya welatên Ewropayê rexne kir û xwest, li cem gelê Kurd cih bê girtin.

NANTES: Navenda Civaka Demokratîk a Engîn Sîncer, Komeleya Jinê ya Zîn, CDF, komên antî faşîst û dostên Kurd ên Fransayî li bajarê Nantesê, li Place du Commerce civiyan û heta Place Graslînê meşiyan. Piştî meşê li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) Gulasor Uzun axivî û ji welatên YE´yê xwest derhal ambargoyê deynin ser Tirkiyeyê û bang li gelê Fransayê kir ku piştgiriyê bide gelê Kurd.

AMSTERDAM: Li paytexta Holanda Amsterdamê, meş û mîtîngek hat lidarxistin. Bi qasî 2 hezar kes li nava bajêr meşiyan. Meşê ji Beurspleinê dest pê kir û li dijî provokasyona faşîstên Tirk hin ciwanan erka xweparastinê pêk anî; lê belê polîsan hin ji wan kirin bin çavan. Girseya gel li dijî vê yekê çalakiya rûniştinê pêk anî. 

FIRENZE: Li bajarê Îtayayê Firenzeyê, bi qasî 3 hezar Kurd û Îtalyan li meydana Cîompî civiyan û ji bo protestokirina faşîzma Erdogan meşiyan. Xwendekarên zanîngehê û komunîstên Îtalyayê bi xurtî tevlî meşê bûn û dirûşmên “Kujer Erdogan”, “Faşîst Erdogan” gotin.

ROMA: Li paytexta Îtalya Romayê jî çalakiyên Kurdan dewam dikin. Komîteyên Dostaniya Kurdistanê pêr çalakiyeke din li dar xist û diyarî salvegera 18. a hatina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Romayê kir. Qisekeran got, “Azadiya Ocalan mifteya çareseriya hemû pirsgirêkan e.”

Li paytext Romayê, her wiha girseya li meydana San Gîovannî civiya, piştî mîtînga 3 saetan meşiya. Bi sedan kesên beşdarî çalakiyê bûn daxwaza azadiya siyasetmedarên HDP/DBP’ê kir. Qisekeran ji YE´yê jî xwest xwe helwêsteke zelal nîşan bide. Li Romayê îro jî parêzer û dadger li ber Dadgeha Bilind çalakiyekê li dar dixin.

LUBECK: Li bajarê Elmanyayê Lubeckê, Kurd tevî dostên xwe civiyan û ji bo şermezarkirina êrîşên AKP’ê yên li dijî HDP’ê, meşek li dar xistin. Zêdeyî hezar kesî ji Gara Trenê ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Beşdar li vir axivîn û bang li alîgirên aştî û demokrasiyê kirin, ku têkoşîneke hevpar bimeşînin.

FREIBURG: Çalakiya konvedanê ya ku ev sê roj in li bajarê Elmanyayê Freiburgê dewam dikir, dawiya hefteyê bi meşekê qediya. Girseya gel li Agustinerplatzê civiya û ber bi navenda bajêr ve meşiya. 



NAVENDA NÛÇEYAN