Bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîdê Hêzên Xweparastinê li Qamişlo spartin axê. Şehîdê Hêzên Xweparastinê, Mihemed Xalid El-Sibahî yê Ereb û birayê fermendara QSD`ê Lîlwa Abdullah, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo oxir kir. Şênî ji bo wergirtina cenazeyê şehîd li ber Meclisa Taxa El-Enteriyê ya bajarê Qamişlo kom bûn. Şehîd Mihemed di 6`ê Nîsanê de li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê dema li ser erka xwe bû, şehîd bûbû.
Malbata şehîd, şervanên Hêzên Erka Xweparastinê, şervanê YPG’ê û bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cenazeyê şehîd birin goristanê.
Soza mezinkirina têkoşînê dan
Li goristanê bi sedan şêniyên Qamişlo, şandeyên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bûn.
Li goristanê ji bo şehîd merasimeke leşkerî hat kirin.
Di merasimê de Hevserokê Desteya Karûbarên Şehîdan a Kantona Qamişloyê, Hisên El-Elî û Hevseroka Meclisa Sivîl a Dêra Zorê Leyla El-Hesen axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza mezinkirina têkoşînê dan.
Bi tilîliyên dayîkan oxirkirin
Piştî axaftinan, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Refîq Mihemed wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbatê kir. Hevalên şehîd cenazeyê hevalê xwe hilgirtin, bi tilîliyên dayîkan û berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re, spartin axê.
ANHA/QAMIŞLO