
Berdevkê Fermî yê YPG‘ê Rêdûr Xelîl têkildarî hewldanên Serokê Opozîsyona Çekdar Mihemed Elûş daxuyaniyeke nivîskî weşand. Elûş li Astana xwestibû ku YPG bikevê nav lîsteya terorê. Rêdûr Xelîl anî ziman ku helwesta Elûş kîna wî ya li hember gelê Kurd nîşan dide û wiha dom kir: “Serokê Opozîsyona Çekdar ê ku beşdarî civîna Astanayê bû Mihemed Elûş kîna xwe ya li hember gelê Kurd veneşart û nîşan da. Bi vexwendineke ji istixbarata Tirkiyê, hewl dide ku hêzên me wekî rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst bixe lîsteya terorê.”
Ala herêma Kurdistanê binpê kiribûn
Xelîl destnîşan kir ku yekem kesên ku teror, talan û wêrankirinê pêk tînin, Mihemed Elûş û çeteyên wî ne û got: “Ev jî rastiyek e, tevahî gelê Sûriyê vê rastiyê baş dizanin. Beriya ku DAIŞ derkeve, Elûş û kesên ku li derdora wî kom bûne, di sala 2012‘an de bi alîkariya Cephet El-Nusra êrîşî bajarê Serêkaniyê kirin û ala herêma Kurdistanê li pêşberî her kesî binpê kirin. Paşê êrîşî bajarê Tirbespiyê, Çel Axa û Rimêlan kirin û hewl dan ku herêma Efrînê jî bixeniqînin. Çend salan li pey hev Efrîn xistin dorpêçê û li aliyekî din jî taxa Şêxmeqsûd topbaran kirin û êrîşî gelê me yê li wir kirin. Tevî ku herêmên navborî ji rejîma Sûriyê hatibûn rizgarkirin”.
Qaşo Kurdistanî ne
Xelîl di berdewama daxuyaniya xwe de bêdengiya ENKS`ê ya li hember hewldanên Elûş şermezar kir û wiha pê de çû: “Mixabin, ENKS rastiya neyta xwe ya derbarê daxwazên Elûş de, bi rêya daxuyaniyên çapemenî de veneşartin û ev yek red nekirine”.
Bêdeng nemînin
Rêdûr Xelîl di dawiya daxuyaniyê de ji rewşenbîr, siyasetmedar û kesayetên serbixwe daxwaz kir ku bi erka xwe ya dîrokî rabin û helwesta xwe ya derbarê vê yekê de nîşan bidin û anî ziman: “Hedefa me ew e ku em destkeftiyên gelê xwe yê Rojava û Bakûrê Sûriyê biparêzin. Ji bo vê yekê jî me bedêlên giranbuha dan. Li ser vê easê em ji kesayetên rewşenbîr, siyasetmedar û serbixwe daxwaz dikin ku bi erka xwe ya dîrokê rabin û helwesta xwe ya derbarê daxuyaniya Mihemed Elûş û çeteyên ku li gel wî di Astaniyê de beşdar bûn, zelal bikin”.
NAVENDA NÛÇEYAN