Bernameya yekemîn ji aliyê Navenda Çand û Hunera Mihemed Şêxo ve hate lidarxistin. Endamên navendê û welatî li gel malbata Şêxo di saetên nîvro de çûn ser gora hunermend a li Goristana Taxa Hilêliyê. Li ser gorê deqeyek rêz hate girtin û strana Şêxo ya bi navê “Aylê Gulê” hate xwendin.
Li ser gorê birayê Mihemed Şêxo Hemîd Şêxo axaftinek kir û ji ber xwedîderketina li keda birayê wî spasiyên xwe pêşkêşî hemû kesî kirin. Piştî serdana gorê girse derbasî salona şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bû û tevlî bernameya bîranînê bû. Bernameya bi sedan welatî û malbata Şêxo tevlî bibûn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê ji dengê hunermendê mezin strana “Aylê Gulê” hate guhdarkirin. Piştre sînevîzyonek li ser jiyana Şêxo hatibû amadekirin, hate pêşandan.
Di bernameyê de Rêvebera Navenda Çandê Gulbahar Sadun axaftinek kir û li ser keda Mihemed Şêxo û zehmetiyên ku wî kişandine rawestiya. Sadun, anî ziman ku wan xwedîderketina li keda Şêxo wekî erkek netewî dîtiye, lewre jî li ser navê wî navenda çandê vekiriye. Birayê Şêxo Hemîd Şêxo jî axaftinek kir û spasiyên xwe pêşkêş kirin.
Endamên Konfederasyona Xwendekarên Welatparêz jî îro çûn ser gora Şêxo û ew bibîr anî. Her wiha Komelaya Subarto jî li navenda xwe li ser jiyana hunermend sînevîzyonek pêşkêş kir.
QAMIŞLO