Yekîtiya Hunermendên Serêkaniyê û şêniyên bajêr, hunermendê mezin Mihemed Şêxo di salvegra koça wî ya dawî de, ew bi bîr anî.
Şemiya bihurî, 30’emîn salvegera koça dawî ya hunermendê Kurd Mihemed Şêxo bû. Hunermedên li bajarê Rojavayê Kurdistanê Serêkaniyê û şêniyan merasimek ji bo bibîranîna Mihemed Şêxo li dar xist. Merasim li navenda Çand û Huner a Waşûkanî pêk hat.
Merasimê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê helbestvan Enahîta Sîno, Hozan Ker Kendî û Mistefa Sîbo helbest li ser hunermend Mihemed Şêxo gotin. Paşê sînevîzyonek li ser jiyana Mihemed Şêxo bi navê xwe yê din Bavê Felek, hate nîşandan.
Merasim bi stranên Mihemed Şêxo ku ji aliyê hunermend Şiyar Kîkî, Ebdilletîf Şêx Xayîb û Kawa Kalî ve hatin gotin, bi dawî bû.
ANHA / HESEKÊ