Dema hesin bû pola, di mehname û salnameyên rojê de dibine îradeya mirov û destanên efsaneyî dinivîse. Arîn Mîrkan bû navê vê destana efsaneyî!...
Koban, êdî çavkaniya efsane û destanan e û şahlewendiya cengawerên Kurd di van çavkaniyan re difûrin û di bedena erdê de dibine volqan. Di kewna şoreşê de çirîskan vedidin. Volqan di teqe, gurzên agir difûrin, bi xetên sorgulî Arîn Mîrkan dinivîsin!..
Arîn Mîrkan, bû navê sembola “antîkîte”ya Rojhilata Navîn; hem agir dada, hem ronahiya rojê afirand û mohra xwe li mihraba azadiyê da. Ji aliyekî ve bû bextê mirovatiyê, ji aliyê din ve ciwaniya jiyanê. Teqîna afûrî li Kobanê, bû rûpelek ji salnameya berxwedana Kobanê. Rûpelên salnameya berxwedanê, di prestîj û ronesansa jiyanê de bûne estetîka parastina rûmetê. Estetîk rûmeta jiyanê ye, nirx û pîrozî ne! Êdî, di dîroka Kobanê de, desmala Arîn Mîrkan diheje û baweşênekê li rûdêna jiyana ciwanik çêdike. Bi hejandina desmala Arîn Mîrkan re, agirê azadiyê, govenda azadiyê dest pê kir, di govendê de hawar, di hawarê de şer hebû.
Di demeke ku gurên har, bi ewrên reş pêçayî derketin nêçîra mirovan; û kuştin, û wêran kirin, û talan kirin, û kirêtî kirin, û hetikberî ji erdê fûriya, ji ezman jî şerm bariya!... Ev hawara mirovahiyê bû, Arîn Mîrkan jî di vê hawarê bû destan...
Di destanê hawarê de Koban hebû. Koban navê sedsalê ye!... Û di demjiyana milenyûmê de bû erdheja destanan. Di vê erdhejê de dilê baziganên selefkar hate daxdan, kezeba dagirkerên dewşirme qijilî û di nava tirseke kesnedî de herhilî.
Li Kobanê hawar heye û di hawarê de kes li paş nenêre.
Kobanê hawara dîrokê ye û banga azadiyê ye. Arîn Mîrkan, yek ji cengawerên ku bi hawara Kurdistanê beziya ye. Qet li paş ne nêrî, dudilî nebû, her û her ber bi pêş beziya. Bû parçeyek ji agirê afûrî û bi hestên polayî faşîzma sedsalê parçe kir.
Li hemberî çerxa dagirkerên ku siyasetê dirû dikin, edebiyata demagojî dikin, mirovatiyê bedcanî dikin, jiyanê efsûn-zar dikin, kûlot û kotî dikin, ji bo berjewendiyan xwe “hod-firoş” dikin; Arîn Mîrkan bû “ekrem-ûl-ekrem”, bû “ebced-xan”a dîrokê, bû abadan-î cewherî û di asûmanê Kurdistanê de bû mihr-î maha şevûrojê.
Li gel karwanê cangoriyên Kurdistanê, bû dilopên çavkaniya jiyanê.
Li gel karwanê cangoriyên Kurdistanê bû xemla mîhr-î cîhanî.
Bi dilopên çavkaniya cangoriyan, îro Kurdistan xemiliyê, bûye xaka pîroz, bûye sewm-û selata mirovahiyê, bûye kibleya cîhanê, bûye cemreya çar klîmatan, bûye bihar û Newroza gelan. Hem mihr-î jiyan diramîsê, hem meh-î cîhan efsûnên meteforîk dinasîne... Arîn Mîrkan, di efsaneyên epîkî de bû destan, di destiniya gelan de bû mehr-î asûman. Ev, navê ji nû de çêkirina dîrokê ye, aliyek haleyî stêrik e, aliyek ax e, yek agir e, yek hewa ye!... Û ez dibêjim, Arîn Mîkran meh-î dewrana çardehan e!...Yezdanî mehrebanî dilovan, di çavên Arîn Mîkran de gulbijêrkan ayetên pîroz. Di 2 berxwedana Kobanê de, Fermandara YPGê Arîn Mîkran, bû tîrêjek ji roja asumanên Kurdistanê û şevên mirovahiyê ronî kirin. Di çalekiya dîrokî ya li dijî hov û dijminên mirovahiyê çeteyên DAIŞê, faşîzma sedsala bîstûyekê, car din bi navê mirovatiyê mahkum kir û kuşt. Azadî, rûmet û ademiyet, di hişmendiya mirovatiyê û di mêjiyê dagirkerên Kurdistanê de, bi dilopên xwîna xwe neqişand.
Arîn Mîrkan bi çalekiya canfedayî, destîniya dîroka Kurd parçe kir. Da xuya kirin ku ne tanq, ne jî top nikarin paşerojên gelê Kurd tarî bikin.
Arîn Mîrkan, bi çalekiya Yezdanî, berxwedana Kobanê, di cografya Kurdistanê de kirê mîrateya mirovahiyê. Êdî cîhanê jî fêm kir ku karwanê cangoriyên Kurdistanê, rastiya civak û dîroka nû ne. Êdî cangoriyên Kurdistanê di riya şoreşê de gihane vê qonaxa pîroz. Êdî, Koban şoreş e, şoreş hawar e, hawar berxwedan e, berxwedan destan e, destan dîrok e. Êdî Koban dîrok e û di vê dîrokê de aliyek hesin e aliyek pola!...Hesin li Kobanê tê avdan, dibe pola!...Pola li Kobanê dibe Arîn Mîrkan!..
Arîn Mîrkan jî li Kobanê bû azadî!...
Mihr-î meh a Kobanê Arîn Mîrkan
Koban şoreş e, şoreş hawar e, hawar berxwedan e, berxwedan destan e, destan dîrok e. Koban dîrok e û di vê dîrokê de aliyek hesin e aliyek pola!...