
Duyemîn Mîhrîcana Şanoya Kurdî li dika şano ya Navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo, didome. Heta niha rojane 2 şano tên pêşkêşkirin, ya pêşî seat 14:00’an û ya din saet18:00’an.
Di roja duyemîn a mîhrîcanê de şanoya bi navê “Dîwar” hat pêşkêşkirin. Piştî wê koma Tolhildan a bajarê Heseke saet 18:00’an şanoya “Kûçikê axa” ya derhêner Mehemed Edwan pêşkêş kir. Bi sedan kesên ji bajarên Qamişlo, Amûdê û Heseke li şanoyê temaşe kir.
Di şanoya ‘Kûçikê Axa’ de, pêvajoya feodalîzmê, civaka di bin bandora axayan de, koletî û kesên ku koletiyê qebûl nakin û serî hildidin, hatin vegotin.
Xwefiroşî û berxwedêrî
Koma Tolhildan û derhênerê wê Edwan got, bi riya vê şanoyê wan xwest cudahiya di navbera kesên xwe difroşin û yên li hemberî zilmê û desthiladariyê li ber xwe didin, derxînin holê.
Şano seatekê li ser dikê hat lîstin. Temaşevanan bi mereq û coş şano şopand. Herî dawiyê bi çepikên germ şanoger silav kirin. Komîteya çavdêriya mîhrîcanê û derhênerê şanoyê li nêrînên temaşevanan ên derbarê şanoyê de guhdarî kir. Temaşevanan tevgerîna hin lîstikvanan û dirêjbûna dema şanoyê rexne kir. Li bermaberî wê pesnê şano û lîstikvanan hat dayîn.
'Mirina Kew' û 'Gemiya Jiyanê'
Di roja sêyemîn de, şanoyên “Mirina Kew” û Gemiya Jiyanê” hatin pêşkêşkirin. Festîvala Şanoya Kurdî li ser dika navenda Mehemed Şêxo ya Çand û Hûnerê ya bajarê Qamişlo di roja xwe ya çaremîn de doh jî dewam kir.
DI roja çaremîn a festîvalê de ango pêr 2 şano “Gemiya Jiyanê” di saet 14:00’an de û “Mirina Kew” di saet 18:00 de hatin pêşkêşkirin.
Şanoya “Mirina Kew” ji aliyê koma Jiyan a Navenda Mehemed Şêxo ve hatibû amadekirin.
Temaşevanan bi mereq li benda derketina lîstokvanan a ser dika şanoyê bûn.
Mijara şanoyê dûrketina mirovî ji civak û dostên xwe bû. Lîstokvanan, çarenûsa mirovên wiha çiye bi şanoya xwe, derxistin holê. Di şanoyê de, dawiya van mirovan bi wendabûn û dînbûnê hat vegotin. Vê şanoyê peyama ku “Piştî mirov wenda dike, nirxê tiştan dinase” derket.
Piştî ku şano bi dawî bû Komîteya Çavdêriyê li nêrînên temaşevanan guhdar kir û li gorî wê dê di dawiya festîvalê de koma serkeftî diyar bike.
Doh jî li ser dika şano ya festîvalê dê şanoyên “Li ser sînga welat” û “Qemardank” hat pêşandan.
Hêjayî gotinê ye ku mîhrîcan di roja xwe ya çaran de ye û wê heta 3`ê Nîsanê dewam bike.
Temaşevan ji mîhrîcanê razî ne
Temaşevanên mîhrecana duyemîn a şanoya Kurdî diyar kirin ku lîstikên tên pêşkeşkirin mijarên civakî vedibêjin û ev jî gavake erênî ye.
Ciwanê bi navê Orhan Mela ku ji bo temaşekirina şanoyê ji bajarê Hesekê hatiye, got: “Ji bo pêşketina çanda şanogeriya Kurdî pêşkeşkirina şanoyan gaveke baş e û mîhrîcanên bi vî şêweyî hezkirin û eleqaya civakê ji şanoyê re zêde dike.”
Welatiyê bi navê Ebdul Mecîd Ehmed Silêman jî wiha axivî: “Her mirovek dikare bi şêweyê ku dixwaze nameyekê bide civakê, lê niha di rewşa xerab a civakê de, civak nikare li ser xwe kontrol bike û her şanoyeke ku di mîhrecanê de tê pêşkeşkirin xwedî nameyekê ye da ku mirov heqîqetê nas bike û şaşî û rastiyan ji hev derxe”.
Welatiyê bi navê Riyad Seîde jî anî ziman ku heta niha çanda şanogeriyê û temaşekirina şanoyan li Rojava lewaz bû, lê lidarxistina mîhrîcanek li Rojava û di bin şertên ambargoyê de gavake girîng e. Hêjayî gotinê ye ku mîhrîcan di roja xwe ya çaran de ye û heta 3`ê Nîsanê dê dewam bike.