Mihrîcana ku 3 rojan pêk bihata dê li kontara Çiyayê Kato û Zozanê Laleşê pêk bihata. Wezîrê Karê Hundir bi hinceta di salên berê de li dijî zagonan tev geriya ne qedewxe kir. Şaredarê Elkê Yusuf Temel, anî ziman ku li gel astengiyan amadekariyên wan ber bi dawî ve çûbû û wiha got: "Em dê li gel qedexe û astengiyan mihrîcanê pêk bînin. Temel, anî ziman ku 7 salan wekî kevneşopiyekê mi Çiyayê Katoyê Zozanê Laleşê mihrîcana Berxbirê pêk anîn û ji bo 8'emîn mihrîcanê xebatên xwe bedewam dikirin, lê wali ew asteg kirin. Temel, da zanîn ku li gel astengiyên walî niha jî Wezîrê Karê Hundir giştînameyek ji Walî re şand û mihrîcan qedexe kir. Wezaretê di 29'ê Hezîranê de Giştîname ji Walî re şand, lê Walî hêj nû biryarê ji mere dibêje. Walî bi hinceta di salên "2009-2010 û 2011'an de li dijî zagonan tev geriya ne biryara qedexebûnê da. Balkêş e Wezaretê bi hinceta mafê zagona 2011'an winda kiriye biryara qedexeyê da. 

DÎHA/ŞIRNEX