Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) weke kevneşopiyekê ji aliyê SZP-Mexmûrê ve ev mîhrîcana çand û wêjeyî tê lidarxistin. Mîhrîcana Çand û Wêjeyî a 4’ê Nîsanê du rojan (3-4 Nîsan) dewam kir. Di roja pêşî ya mîhrîcanê de (3’yê Nîsanê) pêşangeha wêne, dariştin, nameyên ji bo Rêbertî, maket û gelek hunerên din yên dest yên xwendevanên dibistanên seretayî, navîn û amadeyî, hat vekirin û gelê wargehê, mêvanên ji derve heta êvarî çûn serdana pêşangehê. Berhemên ku li pêşangehê hatin nîşandan jî weke pêşbaziya li meydanên dariştin, wêne, maketên ji xaniyan bûn ku di nava wan maketan de warê berxwedana dîrokî Sûr, Silopî û Cizîr jî hatibûn çêkirin. Herwisa di sihara roja yekemîn a mîhrîcanê de, li meydana mezin a futbolê di navbera dibistanên seretayî, navîn û amadeyi de bi pêşbaziyên werzîşî yên weke beza 100 M, beza 400 M ya al guhertinê, û maraton (2 KM) hat encamdan.

Sibeha roja duyemîn, 4’ê Nîsanê, li Dibistana Navîn a Şehîd Denîz Firat, û seranserê wargehê dar hatin çandin. Germahiya 9. Mîhrîcana Çand û Wêjeyî ya bi boneya 4’ê Nîsanê Rojbûna Ocalan piştî nîvro bi pêşbaziyên werzîşî yên wek kîs, beza bi hêkan, meşa mêrû di navbera her çar dibistanên seretayî de hat encamdan. Bi rêzê ve helbest xwendina xwendevanên Dibistana Şehîd Salîh Kandal, pêşbirka govendê a di navbera her çar dibistanên seretayî, helbest xwendina xwendevanên Dibistana Şehîd Mihemed Kurt, koma mûzîkê ya Dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn hatin encamdan.


Serketî hatin xelatkirin 

Piştî hemû pêşbirk û pêşbaziyên ku hatin encamdan, encama pêşbaziyên çand, wêjeyî û werzîşî hatin xwendin. Hemû xwendevan û komên li ser navê dibistanên xwe di qadên pêşbaziyên çandî, wêjeyî û werzîşî de pileya yekem, duyem û sêyemîn girtin, xelatên xwe wergirtin.

Di bernameya pîrozbahiya 4’ê Nîsanê de endama Koordînasyona Meclîsa Gel a Demokratîk ya Mexmûrê Zelal Sêrt der barê rojê de axivî. Sêrt di axaftina xwe de, 67. rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Tevgera Azadiya Kurdistanê, gelê Kurd, gelê Rojhilata Navîn û li tevayî mirovahiyê pîroz kir. Paşê hunermend Cazim Saz derket ser dikê. Fînala Mîhrîcanê bi konsera hunermend Elî Geçîmlî hat dayîn.  


Fînala tîmên futbolê 

Di çarçoveya 9. Mîhrîcana Çand û Wêjeyî ya bi boneya 4’ê Nîsanê Rojbûna Ocalan de, tûrnûvaya futbolê ya di navbera tîmên seretayî, navîn û amadeyî de beriya mehekê hatibû destpêkirin û weke beşên din yên pêşbirkan, tîmên futbolê yên bûyî yekemîn jî xelatên xwe girtin. 


 HEWLÊR