Mîhrîcana Derhênerên Jin a 3´yê li Îzmîrê di 29’ê Sibatê de bi dirûşma “Her Jinek Xeyalek Cuda Dike” dest pê kir. Derhênerên jin ji hatina cem hev û piştgiriya ji bo hev gelek kêfxweş in.
Sevînç Baloglu ku bi belgefilma xwe ‘Tov’ beşdarî mihrîcanê bû, bi salan e derhêneriyê dike. Sevînçê got: “Mîhrîcan berhemên jinan bi temaşevanan re tîne gel hev û gotinên wan bi cîhanê dide nasîn. Hewcedariya me bi derhênerên jin heye yên ku karên baş dikin. Mixabin em di jiyanê de çiqas tê dîtin, di sînemayê de jî tên dîtin. Divê em piştevaniya hev bikin.”
Nejla Demîrcî jî bi filmên xwe ‘Gundondu’ û ‘Yuzleşme’ tevlî mihrîcanê dibe. Wê got, “Bi temaşevanan re jî hatina gel hev girîng e. Bi taybetî jinên ciwan xwedî lê derdikevin. Tişt tên parvekirin, piştgiriya hev dikin û behsa kêmasiyan tê kirin.”Xwendekara zanîngehê Meryem Melek Kose jî bi filma xwe ya yekê ‘Garîp bîr soru’ tevlî mihrîcanê bûye. Wê got, “Min li vir li gelek filmên xweş temaşe kir. Em bi hev re çareseriyan çêdikin. Bila hevalên jin netirsin. Bila filman çêkin. Hewcedariya me bi vê heye.”
JINNEWS/IZMÎR