Mîhrîcana ku bi şîara ‘Jiyana ku mafê wê hatiye dayîn’ pêk tê li gundê Topalan a Pazarcixê pêk tê. Tê payîn ku gelek kes tevli bibin. Mîhrîcan her wiha diyariyê keyayê gundê Hidirinli Mehmet Mengucek jî tê kirin ku li Mereşê li dijî êrîşên faşîzan berxweda û bû sembol. Tê payîn ku mîhrîcan bi vî aliyê jî balê bikişîne ser komkujiyên rojane. Hewldana Mereşê ya Ewropayê jî dê piştgiriyê bidin mîhrîcanê û îsal dê di navbera 16-17’ê Tebaxê de pêk bê. Hewldana Mereşê ya Ewropayê der barê mîhrîcanê de daxuyaniyekd a û da zanîn ku ew mîhîracana îsal diyariyê Engîn Sîncer û Mehmet Mengucekê ku di komkujiya Mereşê de jiyana xwe ji dest daye dikin û got: “Mîhrîcan ji vir şûnde jî dê di vê çarçoveyê de pêk bê. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku dikin ku tevli mîhrîcanê bibin." Birayê Engî Sîncer, Alî Sîncer jî got ew gelek girîngiyê didin vê bernameya li Mereşê pêk tê û got Mereş yek ji cihên ku tovê azadiyê hatiye avêtinê ye." Di çarçoveya mîhrîcanê de wê cem bê gerandin, gora Engîn Sîncer bê ziyaretkirin û peyamên siyasî bêne dayîn. Gelek siyasetmedar, hunermend û kesaet wê tevlî mîhrîcanê bibin.
MAINZ