4'emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran ku ji aliyê şaredariya Muksê tê lidarxistin, di roja duyemîn de bi bernameyên cûr bi cûr bi dawî bû. Gelek welatî, parlamenterê HDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, hevşaredar beşdarî mîhrîcanê bûn. Di qada mîhrîcanê de posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 3 siyasetmedarên jin ku li Parîsê hatin qetilkirin, u pankart hatin daliqandin. Destpêkê hunermend Zana derket ser dikê û piştre hunermend Seyda Perînçek derket û stran got.  Ji bo kesên ku di pêşbirkên kişik û futbolê de bi ser ketin, ji aliyê parlamenter Ozdal Uçer û hevşaredarê Muksê Mehmet Garîp Aykut ve xelat hat dayîn. Piştî merasîma xelatan Uçer axivî û bang li ciwanan kir ku neyên lîstikên dewletê û li çanad xwe xwedî derkevin. Mîhrîcan bi muzîk û konserê bi dawî bû. 

WAN