Di bernameya mîhrîcanê de pêşandana taybet a fîlmên jinan jî hat kirin, derhênerên fîlman jî di çarçoveya mîhrîcanê de bi sînemahezan re hatin cem hev û der barê sînemaya ciwanan de gotûbêjan kirin. Fîlmên ku di çarçoveya mîhrîcanê hatin pêşandan li Şaredariya Bajarê Mezin, Navenda Jiyana Civakî ya Sumerparkê, Navenda Çandê ya Cegerxwîn, Navenda Çandê ya Dîcle Firatê, Xana Hulîs û Mala Amedê hatin nîşandan.

Dildarên Mîhrîcana Fîlmên Ciwanan û ekîba kolektîfa sînemayê bi mijara derbeyên leşkerî, karkerên demsalî, mirovên li ser sînoran dijîn, qirkirina nijadî, penaberên bi darê zorê ji warên wan derxistine têkildarî pirsgirêkên civakî fîlm pêşandan. Fîlm bi eleqeyeke mezin hatin temaşekirin.


AMED