Medya Hemdik: Mîtan di mewsimê xwe yê çaran de Efrîn û Şehbayê di nava kampan de digihîne hev. Mîtan dest pê dike da ku jiyanê ji nû ve biçîne û berxwedanê bidomîne da ku bibe sembola berxwedana jinên ciwan.

Mihrîcana Mîtan a 4ʼan a şanoyê li Kantona Şehbayê bi beşdarbûna bi dehan şêniyên herêma Efrînê bi rê ve çû. Tevî derfetên kêm û rewşa koçberiyê mihrîcan li ser dika şanoyê ya Çiyayê Kurmênc a li navçeya Ehdasê ya ser bi Şehbayê bi vekirina pêşangeheke wêneyan dest pê kir. Şiyara mihrîcanê ya îsal “Em jiyanê diçînin” e û mihrican wê heta 5´ê Sibatê bi nîşandana lîstikên şanoyê dewam bike.

Di pêşangehê de 28 wêne hatin daliqandin û ev wêneyên hanê, behsa berxwedana şêniyên Efrînê yên di kampan û malên wêrankirî de dikin. Bi dehan şêniyên herêma Efrînê di vekirina pêşangehê de amade bûn. Mihrîcanê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê kesên ku di lidarxistina mîhrîcanê de keda wan hebû, hatin xelatkirin.

Rêveberê navenda Çand û Huner û endamê Komîteya Amadekar a Mihrîcanê Mihyedîn Arslan bal bire ser astengiyên ku wan li Şehbayê kişandin, bi bîr xistin. Arslan diyar kir ku hersê mihrîcanên destpêkê li kantona Efrînê di astmosfêreke ewle de beriya ku Efrîn were dagirkirin, hatin lidarxistin.

   

Mîtan şanogeha keda Efrîniyan bû

Arslan destnîşan kir ku şanogeha Mîtan bi destê şêniyên Efrînê yên ji warê xwe hatin koçberkirin, hate avakirin, ev yek berxwedana gelê Efrînê ya di nava şert û mercên zehmet de diyar dike.

Mihyedîn Arslan di dawiya axaftina xwe de gotin hêviya wan artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê derkevin û şênî vegerin warê xwe.

Rêvebera navenda Çand û Huner a kantona Şehbayê, Medya Hemdik şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn û got, “Mîtan di mewsimê xwe yê çaran de Efrîn û Şehbayê di nava kampan de digihîne hev. Mîtan destpê dike da ku jiyanê ji nû ve biçîne û berxwedanê bidomîne da ku bibe sembola berxwedana jinên ciwan.”

Piştî pêşangehê şano

Endama Koordînasyona Giştî ya Kongreya Star, Hediya Yûsif jî bal bire ser berxwedana gelê Efrînê ya li Şehbayê û girêdana Efrîniyan bi berxwedanê ve û got, “Cihê ku Mihrîcana Mîtan a 4´an lê tê lidarxistin, cihê rêzdarî û hurmetê ye.”

Hediya Yûsif, têkoşîna şehîd Yekta Herekol bi bîr xist û got, “Şehîd Yekta li qada Seedallah El-Cabirî ya Helebê agir berda bedena xwe da ku teqez bike ku ew serî ji zulm û desthilatdariyê re natewîne.”

Piştî axaftinan, beşdaran di nava pêşangehê de geriyan û paşê jî li sînevîzyoneke li ser Berxwedana Efrînê û koçberiyê temaşe kir. Piştî wê jî beşdaran li şanoya bi navê  “Keskesora şanoyî” temaşe kir. Vê lîstika şanoyê behsa berxwedana şêniyên kantona Efrînê û girêdana wan a bi xaka xwe wan ve dikir.

Mihrîcana Mîtan a 4´an wê bi nîşandana lîstikên şanoyê yên 10 koman heta bi 5´ê Sibatê dewam bike.

 

ANHA/ŞEHBA