FÎRAS ÎBRAHÎM / ANHA/ŞEHBA

Desteya Çand û Huner a şaxê Efrînê, bi hevkariya Tevgera Çand û Huner amadekariya Mihrîcana Mîtan Çaran dike. Mîhrîcan îsal wê li Şehbayê li dar bikeve. Ji bo vê jî dika navçeya Ehdas a kantona Şehbayê tê amadekirin.

Amadekariyên mîhrîca ku wê di 25’ê Çileyê de were lidarxistin, dewam dikin.

Deh şano wê hebin, ew jî ev in; Taca Zêrîn, Tenê Henek bû, Olombiyed, Qêrîn, Bêkenûka Heydo, Odeya bê çûk, Tu bi xêr hatî Cuha, Nesrîn, Derwêşê Ebdî, Xetên Reş.

Pêşandan dê 12 rojan dewam bikin, û qederê 100 endamên ji kantona Efrînê yên ku bi darê zorê hatine koçberkirin, endamên Tevgera Çand û Huner a bajarê Helebê û endamên Kevana Zêrîn şaxê herêma Cizîrê jî beşdar bibin.

Komîteya amadekar a mihrîcanê diyar kir ku di roja yekê de bi beşdariya endamên tax û navçeyên kantona Şehbayê xwepêşandanek jî wê were lidarxistin û tê de amaje bi birêvebirina mîhrîcanê were kirin.

Hevseroka komîteya amadekar a Mihrîcana Mîtan, Rohat Beko dibêje, “Piştî 2 salan ji koçberiyê, armanca  Mihrîcana Mîtan a Çaran ew e ku em ji dagirkeriyê Tirkiyê re isbata berxwedana 58 rojan a gelên Efrînê bikin. Li gel vê yekê, tevî zor û zehmetiyan jî li kantona Şehbayê jî heman asta berxwedanê heye.”

Rêveber û damezrînerekî Mihrîcana Mîtan Mihyedîn Erselan jî dibêje, “Armanca lidarxistina Mihrîcana Mîtan a Çaran ew e ku berdêl çi dibe bila bibe, em ê li ber xwe bidin.”