Yekşemê 16´ê Hezîrana 2019´an li bajarê Wuppertalê Şeşemîn mihrîcana Rojava ya Çandê pêk hat.
CANO ŞAKIR / WUPPERTAL
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK şaxê Ewrûpayê şeşemîn mihrîcana xwe ya salane ya çand û hunerê, îsal jî li bajarê Wuppertalê li Elmanyayê li dar xist.
Mihrîcana îsal li ser pênc beşan birêve çû. Piştî rêzgirtinê, Helîm Yusiv li ser navê komîta amadekar ku di heman demê de ew berdevkê HRRKê yê şaxê Ewrupayê ye, axivî. Pênc beşên mihrîcan li ser wan meşiya weha bûn; Şano, xwendina helbest û çîrokan, îmzekirina pirtûkan, şêwekarî, mûzîk û stran. Ji bilî van beşan, nûnerên sazî û dezgehan jî hebûn. Ji her çar beşên Kurdistanê mêvan tevlî vê mihrîcanê bûn. Ji Bakurê Kurdistanê Mamoste Fêrgîn Melîk Aykoç, ji Rojlatê Kurdistanê Hesen Îrandost, Ji Başûrê Kurdistanê jî Şivan Kerîm.
Gaveke ber bi başkirina mercên
karkirina di warê çanda Kurdî de Helîm Yusiv yek ji wan kesayetên naskirî yê di qada rewşenbîriya Kurd de ji bo zelalkirina hinek xalan, danasîn û giringiya mihrîcanê ji me re peyivî û weha got: “Ev mihrîcan çalakiyeke salane ye, ya HRRK - şaxê Ewrupayê ye. Yek ji hewildanên cihbicihkirina armancên me ye, we ku xebatkarên qada çanda Kurdî, em dixwazin rê li ber windabûna çand û zimanê xwe li derbideriyê bigrin, herweha em salê carekê be jî beşekî mezin ji kesên bi çand û hunera Kurdî re mijûlin, bînin cem hev. Heta radeyeke mezin ev herdu armancên me yên sereke têne pêkanîn. Ti xewn û xeyalên me yên mezin der barê lidarxistina vê mihrîcanê de tune ne. Çalakiyek ku salê carekê çêdibe nikare bibe sedema guherandinên mezin yan pêşdeçûnên mezin di qeda çanda Kurdî de. Lê ew jî gaveke ber bi başkirina mercên karkirina di warê çanda Kurdî de û xwedîderketineke li vê çandê ye. Jixwe em vê yekê ji bilî berpirsiyariyeke neteweyî û siyasî weke erkeke me xwe ya exlaqî jî pêk tînin. Cudayiya vê mihrîcanê ew e; îsal me bi giranî rê da pêşkêşkirina şanoya Kurdî û ji ber vê jî, me saloneke şanogeriyê ji bo mihrîcana îsal girt. Bernama mihrîcanê îsal ji salên derbasbûyî rengîntir û dewlemendtir e. Wekî din jî her mihrîcana Rojava rasterast dikeve bin bandora rewşa heyî, ya aktuel, ya rojavayê Kurdistanê. Sala çûyî atmosfera mihrîcanê û berhemên wê rahiştibû rengên Efrîna dagîrkirî û zeytûnên wê, îsal li kêleka rengên Efrînê wê bêhna şewata genim û zeviyên cizîrê û Kobanê jî bê guman amade be.”
Rojava iro di dîroka me de rola sereke wergirtiye
Wêjevanê Kurd Fêrgîn Melîk Aykoç ê vexwendî mihrîcanê bû,
gotinên xwe der barê mihrîcanê de wisa gotin: “Mihrîcan bênder û geşandina wêjeyê ne, ji wê jî ta berî mîladê bala pêşeng û gelan kişandiye; hinan jê re Agora, hinan arena û bav û kalên me jî mihrican gotine. HRRK ev çend sal in, çalakiyeke wisa bi wate û pîroz pêk tîne, her çendî çend caran hatibûm vexwendin jî, ji ber hin egerên ne ji destên min min nekanîbû tevlê bibim. Rojava iro di dîroka me de rola sereke wergirtiye, di nava rewşenbirên vê beşa welatê me yê di her demê de desteguleke ji beşên wêje û hunerê pêşkêşkirin serbilindiya herî binirx e. Ji wê gelek bi kelecan im.”
Wêjevanên Elman jî hebûn
Her wiha di nava mihrîcana Rojava ya çandê de, ne tenê nûnerê dezgeh û saziyên Kurdan hebûn, her wiha wêjevanên Elman jî hebûn. Yek ji wan Dieter Jandt bû ku di heman wextî de ew mêvanê rûmetê yê mihrîcana îsal bû. Wêjevanê Elman Dieter Jandt beşdarbûna xwe ya mihrîcanê û kêfxweşiya anî ziman û bibîrxist ku di dîroka miletan de parastina Çandê dikare were naskirin.
Dezgeh û komeleyên mêvan: Kulîlka Zeytûnê, Komela Nûbuhar, Navenda Kurdî, Instituta Kurdî li Elmanya, PENa Kurd û Reng Art.
Şanoya Rawestgeh û Li vir bû
Di mihrîcanê de du şano hatin lîstin. Şanogerên di herdu şanoyan de lîstin ev bûn: Zerdeştê kal, Dara Lalo, Yara Farîd Omar, Leyla shandi, Amîtis Krad, Yasmîn Şêxo û Mehmod Îbo.
Zerdeştê Kal ku wek yek ji rêveberê HRRK´ê ye û di heman demê de wek yek ji akterê şanoyê bû got: “Çanda me ya têr û tijî ne tenê bi pirtûkan û xêzkirina tabloyan were naskirin. Şano jî dikare di van çalakiyan de bi roleke bingehîn rabe.”
Şanoya bi navê (Rawestgeh) ku Helîm Yusiv tekstên wê nivîsiye û her wiha şanoya (Li vir bû) ku Perjîn Elo nivîsiye bi çoşeke mezin hatin temaşekirin.
Çîrok û helbest hat xwendin
Piştî ku şano hat lîstin û nîşandan, beşê xwendina helbest û çîrokan jî hebû. Gelek nivîskar û helbestvanan di vî beşî de cih girtin; Abbas Abbas, Zinar Ezem, Bîlal Hesen, Fergîn Melîk Aykoç, Hesen Îrandost, Şivan Kerîm, Husên Hebeş, Şadya Xelo, Mihemed Revê, Husên Omer, Nexem Dirêî, Hekîm Sefkan, Mehmûd Badilî, Yasîn Ehmed, Şaha Mihemed Silêman, Omer Bozan û Adnan Şêxmûs.
Şêwekarî û dengbêjî
Di mihrîcanê de cihê şêwekaran cuda bû. Wan bi tabloyên xwe ji bilî xemla Kurdistanê, êşên xwe di dilên tabloyan de xêzkiribûn. Şêwekar Nesrîn Ahmo, Ceger Dido, Şerîhan Baklaro, Hussein Girê Pîrê, Nesrîn Bayam, Yasmîn Şêxo, Raxib Zozanî û Behaa Hisso reng dan mihricanê.
Di dawiya mihrîcanê de û piştî ku mihrîcan bi şêwekî serkeftî derbas bû, hunermendên dengbêj Rûken Akkaş, Siyamed Hesen û Zubêr Salih stranên xwe gotin.