Li Efrînê Mîhrîcana Şehîd Zozan Yûsif a Çandê hate lidarxistin. Mîhrîcan ji hêla Kombûna Xwendekarên Demokratîk ve hat organîzekirin û ciwanan eşkere kir ku dê li ser şopa Şehîd Zozan û hemû hevrêyên xwe yên şehîd bimeşin. Di 25′ê hezîrana 2015’an de çeteyên DAIŞ’ê bi piştgiriya dewleta Tirk êrîşî kantona Kobanê kiribû û di êrîşa hovane de, piraniya wan jin, zarok û pîr, 251 kes hatibûn qetilkirin.
Di vê êrîşa nemerdane de, endama rêveberiya KPC-D a kantona Efrînê Şehîd Zozan Yûsif jî hebû. Bi nêzîkbûna salvegera komkujiyê re, ciwanên kantonê çalakiyeke bîranîna şehîdan pêk anî. Ciwanan da zanîn ku ji bo ew xwedî li bîranînên şehîdan derkevin, wan li kantona Efrînê Mîhrîcana Çandê ya Şehîd Zozan Yûsif li dar xistiye.
Di mîhrîcanê de ji gelek saziyan bi dehan kes amade bûn û dayika şehîd Zozan Yûsif, Elîve Mihemed axaftinek kir û da zanîn ku ew serbilind e ku dayika Şehîd Zozan e û wiha got: “Zozan dixwest di xebatên xwe de gavên mezintir biavêje. Ez bang li mamosteyan dikim ku rêya wê bişopînin û zimanê kurdî bi pêş bixin.” Piştre sînevizyonek li ser jiyana Şehîd Zozan û têkoşîna wê hat pêşandan. Piştre di navbera 3 koman de pêşbirka pirs û bersivan hat lidarxistin û Koma Viyan Arama bi ser ket. Kom ji hêla komîteya amadekar ve hat xelatkirin.
ANHA/EFRÎN