Li bajarokê Kifrî koma Jinên Şêwekarî yên Kifrî, yekemîn mihrîcana Şêwekarî ya Jinên Kurdistanê li dar xist.

Li Hola Şehîd Atêla ya li Peymangeha Hunerên Bedew a bajarokê Kifrî ya  herêma Germiyanê, Mihrîcana Şêwekarî ya Jinên herêma Kurdistanê hat lidarxistin. Di mihrîcanê de Wezîrê Rewşenbîrî yê Herêma Kurdistanê jî di nav de gelek kes amade bûn.

     

Di destpêkê de peyama Koma Jinên Kifrî hat xwendin û piştî wê daxuyaniyek derbarê mihrîcanê de hat xwendin. Piştî wê Wezîrê Rewşenbîrî Xalid Dostkî û amadekarê mihrîcanê Selah Kiwêxa, axivîn.

Piştî axaftinan, komên cuda derketin ser dikê û stran gotin. Di mihrîcanê de 75 jin ji bajarên Silêmanî, Hewlêr, Dihok, Kerkûk, Rojhilat, Rojava û Bakurê Kurdistanê bi berhemên xwe beşdar bûn . Mihrîcan 2 rojan dewam dike.

 

 ROJNEWS/GERMIYAN