
Bi armanca vejandina folklore Kurdî û Erebî ya herêma Efrînê, Desteya Çandê ya Kantona Efrînê amadekariyên lidarxistina mihrîcaneke folklorî ya bi navê ″Vejîn″ dike. Mehrîcan wê 1ʹê Nîsanê were lidarxistin. Desteyê ji çileyê ve dest bi amadekariyên lidarixistina mihrîcanê kir û di vê çarçoveyê de, serdana gelek gundên herêmê kir û çanda pêkhateyên civakê berhev kir.
Di serdanan de, Desteyê kesên ku bi stranên folklorî çanda xwe parastine, her wiha malbatên ku alavên kevnar li gel xwe hilgirtine jî, dîtin. Wê mihrîcan yekê Nîsanê li qada Azadî ya navenda Kantona Efrînê were lidarxistin û heta 6′ê nîsanê bidome. Seroka Desteya Çandê Hîdayat Osmanlî anî ziman ku armanc ji lidarxistina mihrîcanê, vejandina çanda gelê Efrînê ye û got: ″Wê hefteya ku mihrîcan tê de were lidarxistin, weke hefteya çanda folklorî were pênasekirin.″ Tê payîn ku wê di mihrîcanê de, çanda xwarin, dîlan, cil û berg, rê û resmên bûkaniyê yên hemû pêkhateyan werin pêşkêşkirin. Her wiha wê şevbuhêrkm jî bêne organîzekirin.
EFRÎN/ANHA