2’emîn Mihrîcana Helbest û Wêjeyê ya Ş.Viyan Amara ku li Kantona Kobanê du rojan hat li darxistin, bi dawî bû.
Li Kantona Kobanê doh û pêr 2’emîn Mîhrîcana Şehîd Viyan Amara ya Helbest û Wêjeyê bi dîrûşma “Wêje bersiva herî bi hêz a serketina şoreşê ye” ji aliyê Komîteya Amadekariya Mîhrîcanê ve hate li darxistin. Mîhrîcana li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ji bo bîranîna têkoşer Viyan Amara û pêşxistina wêjeyê hate lidarxistin. Di mîhrîcanê de 13 helbestvanan helbestên xwe pêşkêş kirin û 8 çîrok hatin xwendin. Di pirraniya helbest û çîrokan de jiyana şervan û têkoşeran hate vegotin. Gelek welatî tev li mîhrîcanê bûn û mîhrîcan rastî alaqeyek mezin hat. Di mîhrîcanê de çalakiyên cur bi cur hatin li dar xistin û beşdervan demên xweş derbas kirin. Di nava bernameya mîhrîcanê de komên muzîkê yên wek Şehîd Sînan û Koma Botan ên girêdayî Navenda Çand û Huner a Baqî Xido derketin ser dikê û stran gotin û govend gerandin. Mîhrîcan bi xelat dayînê bi dawî bû.
ŞÛJIN / KOBANÊ