Piştre ser jiyana dengbêj Xidir Feqîr nivîs hat xwendin û sinevîzyon jî hate pêşandan. Di mîhrîcanê de peyamên TEVDA, Dibistana Karên Êzîdiyan, Navenda Ciwanên Şêxan û gelek payemên rêxistin û saziyên ezîdî hatin xwendin. Piştî xwendina peyaman dengbêjên çiyayê Şengalê derketin ser dîkê, stranên lehengî, welatî û evînî stran.
Piştî axaftinan dengbêj Xalît Dinayî, hunermend Perîşan, hunermend Xelef Osman, hunermend Mistefa Dinayî, dengbêj Xatê, dengbêj Narîn Şemo, dengbêj Dexîl Osman derketin ser dikê stranên cur bi cur stran.

Piştre der barê polîtîkayên erebkirinê ya li ser êzîdiyan û herêma Sengalê semînerek hate dayîn. Piştî semînerê jî kurtefîlma bi navê Zara hate pêşandan. Mîhrîcan bi serdana goristan û pîrozgeha Şerfedînê bi dawî bû.

DÎHA/HEWLÊR