Li navçeya Qileban a Şirnexê mihrîcanê bi şîara “Em xwedî li ax, av û xwezaya xwe derkevin” li zozanên Avaspî, 5 kîlometre dûrî navçeyê, dest pê kir. 

Bi hezaran kes ku herikîn zozanên Avaspî, pankartên “Xwezaya me hevparê jiyana me ye”, “Em ê jiyaneke ekolojîk ava bikin” û alên PKK, KCK û YPG’ê hilgirtin. Bi hezaran kesî bi cilûbergên gelerî govend gerandin û dîmenên xweş derketin holê. Bi hezaran ciwan li ser kincên gelerî nivîsên “Apo, PKK û HDP” nivisandin û bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Em HDP’î ne em li meclîsê ne” gotin. 


 DÎHA/ŞIRNEX