Di roja duyemîn a 4‘emîn Mîrhrecana Zarokan a Kantona Hesekê de ku li navenda Çand û Huner a Waşûkanî ya navçeya Serêkaniyê tê li darxistin, gelek kom ên ji deverên cuda yên kantona Hesekê, hunerên xwe pêşkêş kirin.
Mihrecanê* bi dirûşma, “Em xeyalên zarokên Efrînê bi cih bînin” tê lidarxistin.
Bi beşdarbûna sedan şêniyên kantona Cizîrê, çalakiyên Mihrîcana Zarokan a 4`emîn doh di roja duyemîn de hatin lidarxistin.
Gelek komên zarokan ên Dirbêsiyê, Til Temir, Hesekê û Serêkaniyê stran û govendên xwe pêşkeş kirin.
Piştre Koma Şehîd Peyman a bajarê Dirbêsiyê û Koma Kulîlkên Kurdistanê a bajarê Til Temir derketin ser dike û stranên xwe pêşkêş kirin.
Di dawiya çalakiyên roja duyemîn a mihrecanê de Koma Şehîd Avesta a dîlanan hunerê xwe pêşkêş kir.
ANHA / HESEKÊ