Mîhrîcanên ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Kurd Komalên Ciwan ve li Ewropayê li welatên wekî Fransa, Awusturya, Almanya û Swîsreyê tê lidarxistin. Wan mîhrîcanan ji bo biranîna kesên ku di Tevgera Azadiyê de jiyan xwe ji dest dane tên lidarxistin.
23’yê hezîranê li bajarê Graza Awusturyayê 7’emîn Mîhrîcana Spor, Çand û Ciwanan a Amara ji bo biranîna 15 gerîlayên HPG’ê jin ku di meha adarê 2011’an de li Bêdlîsê jiyana xwe ji dest dan tê lidarxistin.Di mîhrîcanê de di gelek beşên sporê de musabaka dê bên çêkirin. Malbata Şehîdên Amara û ji BDP’ê parlamenterek jî wek mêvan tevli bibin. Di beşa çand û hunerê de jî hunermend Eylem, Erol Berxwedan, Seyda Perînçek, Hemê Hecî, Çetîn Oraner, Halît Bîlgîç, Hawar Komo, Koma Azadî ve Koma Dem bi stranên xwe reng bidin mîhrîcanê. 30’yê Hezîranê li bajarê Bonn a Almanya Sportpark Pennenfeldê 15’emîn Mîhrîcana Spor, Çand û Ciwanan a Mazlûm Dogan ji bo biranîna endamê konseya rêvebir a KCK’ê û Koordînasyona Komalên Ciwan Emrah Bayer (Baz Mordem) ku par di operasyoneke li çiyayê Katoyê de jiyana xwe ji dest dabû tê lidarxistin.
Yek ji çalakgerê greva bîrçîbûnê ya ku li bajarê Strasbourga Fransayê hatibû destpêkirin, rojnamevan û nivîskar Fuat Kav axaftineke bike.
Di mîhrîcanê di beşa hunerê de jî Koma Çarnewa, Grup Mu- nzur, Hozan Jala, Bengî Agirî û Jan Jiyan derkevin ser dikê.
1’ê Tîrmehê li bajarê Basel a Swîsrê Sportplatz Rankhofê 7’emîn Mîhrîcana Spor, Çand û Ciwanan a Hasan Kiziler dê bê lidarxistin.
Di mihrîcanê de di gelek beşên sporê de musabaka bên çêkirin.
Ji BDP’ê parlementerek ji bo axaftinê beşdar bibe. Di konsera girtinê de jî hunermend Rotînda, Rêzan, Sîpan Xelat, Nûarîn, Bengî Agirî, Delîl Tofa- an û koma hunermendên ciwan bi stranên xwe beşdarî mîhrîcanê dibin.

NAVENDA NÛÇEYAN