Sibe li PE´yê wê mijara bi qeyûman dagirkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê, di Civata Giştî de sibe weke mijara rojevê ya lezgîn bê minaqeşekirin. Di Civata Giştî de ku wê nûnerên Yekîtiya Ewrûpayê (YE) jî hazir bin. Civata Giştî wê pêncşemê danê sibehê çêbe û nûnerên komên siyasî wê fikra xwe li ser mijarê bibêjin. Di Civata Giştî de wê di dema minaqeşekirina mijarê de parlamenterên ji 28 welatan hazir bin.