
Fuara Pirtûkan a Navneteweyî ya Stenbolê ku îsal 35’emîn car tê lidarxistin, dê heta 20’ê Mijdarê ji pirtûkhezan re vekirî be. Her wiha 26’emîn Fuara Hunerê ya Stenbolê ku bi fuara pirtûkan re hat vekirin mijara wê ya bingehîn koçberî bû. Berpirsyariya organîzasyona pêşengeha ku bi mijara “Axên ne dihatin hêvîkirin” hunermen Ezgî Bakçay girt ser xwe. Li fuara hunerê berhemên gelek hunermendan hatin pêşandan û berhemên hunermandan ên derketine pêş bal kişandin.
Berhemên li Fuarê hatin pêşandan
Li salona 7’emîn a fuara berhemên hunermendê seramîkê Onder Tokuç ê bi navê “Egeya Xemgîn” tên pêşandan. Sedema navê berhemên Tokuç a bi navê “Egeya Xemgîn” ji ber penaberên di Behra Egeyê de dimirin. Di berhemên ku bi seramîkê hatine çêkirin û mijara wê koçberiye welatên G20 rexne dike.
Fuzeyên ji seramîkan
Li ser fuzeyên ji seramîkan hatine çêkirin alên welatên G20 hatine bicihkirin. Ligel wê kaseyên ku fîgurên mirovan têde hatine bicihkirin, balê dikişîne ser peymanên welatên G20 ên ku ji bo penaberan di nava xwe de amade kirine.
Em ê bi hev re serbikevin
Karkerên Kazovayên Azad jî bi berhema xwe ya bi navê “Qazaxa bê Patron” li salona 7’emîn a Galeriya Hunera Dijber qazaxên xwe yên nû cihê xwe di fuarê de girtine. Karkera Kazovayên Azad Aynur Aydemîr derbarê berhemên xwe de ev tişt anîn ziman: “Em çente, qaxaz û tîşortan çêdikin. Em plan dikin ku hê xweşiktir çêbikin. Em ê di demek kin de pantolonan jî çêbikin. Ji bo hilberînek baş pêwîstiya me bi karkeran heye. Em dixwazin heval tevlî nava me bibin. Ger em bixwazin em dikarin hilberîna bêyî patron ava bikin. Deriyê me ji bo kesên ku dixwazin bi me re bixebitin vekiriye. Ger em serbikevin em ê bi hevre serbikevin û ger em birçî jî bimînin em ê bi hevre birçî bimînin.”
Hunermendên Kurd jî li Fuarê hunerê ne
Rojnamegerê Kurd Siyabend Çetîn jî bi pêşengaha “Azadbûn” di fuara hunerê de cihê xwe digire. Çetîn, wêneyên ku di demên cuda de li Qendîl, Mexmûr û Herêma Federal ya Kurdistanê nîşan dide. Çetîn, bi wêneyê ku di Newroza Qendîlê de bi bafiroka kesek, sor û zer wêne kişandiye derdikeve rê û pêşangeh vekiriye balê dikişîne ser xwe. Çetîn derbarê fuarê de wiha dibêje: “Tu wêne û tu pênûs nikare were bêdeng kirin. Dema ez li berhemên di fuarê de dinêrim rexneyek têde heye. Bertek û renxe heye lê divê ev zêdetir bibe.”
STENBOL