Em di nivîsên derbasbûyî da bi sê xelekan li ser mijara kelijandinê rawestiyabûn. Me gotibû ku kelijandin ew diyarde ye, gava du tîpên dengdêr di peyvekê da tên pey hev, hîngê bi gelemperî tîpa "y" dikeve navbera wan herdu dengdêran û di hin bêjeyan da tîpa "w" û di hin bêjeyên din da jî tîpa "h" dikarin bi vê rolê rabin. Ji hêla din va, me hin awarteyên vê qeydê jî dabûn xuyakirin ku hin caran, tevî hatina du tîpên dengdêr li pey hev, tîpa kelijandinê ne pêwîste. Girêdayî vê mijara kelijandinê, em dixwazin hinekê li ser qeyda kurtahî yan jî sivikahiyê, bi taybetî di veqetandin û tewangê da rawestin. Gava bêjeyeka ku bi tîpeka dengdêr diqede tê veqetandin yan jî tewandin, hîngê wek encam, du tîpên dengdêr tên pey hev û ji lew ra jî kelijandin pêk tê (*). Ka dîsa, wek her car, em hin nimûneyan bidin, daku ev mijara me baş bê ronahîkirin. Nimûne:

bêje - mamoste - pêşmerge - gerîlla - netewe - pile - mase - perde  û hwd.


Veqetandin-binavkirî: 

bêjeya pêşîn - bêjeyên zimanê kurdî - mamosteyê me - mamosteyên zimanê kurdî - pêşmergeyê dilêr - pêşmergeyên Kurdistanê - gerîllayê hêja - gerîllayên Kurdistanê - neteweya bindest - neteweyên bindest - pileya pêşîn - pileyên pêşîn - maseya mezin - maseyên mezin - perdeya bûkê - perdeyên wan.


Veqetandin-nebinavkirî: 

bêjeyeka nû - bêjeyina nû - mamosteyekî jîr - mamosteyina jîr - pêşmergeyekî dilêr - pêşmergeyina dilêr - gerîllayeka çalak - gerîllayina çalak - neteweyeka bindest - neteweyina bindest - pileyeka bilind - pileyina bilind - maseyeka nizim - maseyina nizim - perdeyeka rengîn - perdeyina rengîn.


Tewang-binavkirî:

maneya bêjeyê - maneya bêjeyan - pergala mamoste (bê tewang) - civîna mamosteyan - kincên pêşmerge (bê tewang) - kincên pêşmergeyan - kincên gerîlla (bê tewang) - kincên gerîllayan - rewşa neteweyê - koma neteweyan - kîjan pileyê? - kîjan pileyan? - li ser maseyê - li ser maseyan - li pişt perdeyê - li pişt perdeyan.


Tewang-nebinavkirî:

maneya bêjeyekê - maneya bêjeyina - pergala mamosteyekî - pergala mamosteyina - kincên pêşmergeyekî - kincên pêşmergeyina - kincên gerîllayekê - kincên gerîllayina - pirsa neteweyekê - pirsa neteweyina - di pileyekê da - di pileyina da - li ser maseyekê - li ser maseyina - li pişt perdeyekê - li pişt perdeyina.

Niha wek nimûne, li cihê ku em di veqetandinê da dibêjin, mamosteyê me - mamosteyên zimanê kurdî, em bi kurtahî yan jî bi sivikahî dibêjin,  mamostê me - mamostên zimanê kurdî û wisa di tewangê da, li cihê ku em dibêjin, civîna mamosteyan - kincên pêşmergeyan, em bi kurtahî dibêjin, civîna mamostan - kincên pêşmergan. Di veqetandina nebinavkirî da, li cihê ku em dibêjin, pêşmergeyekî dilêr - pêşmergeyine dilêr, em bi kurtahî dibêjin, pêşmergekî dilêr - pêşmergene dilêr û yên din jî wek van.


Yanê kurtahî, di bêjeyan da bi vî awayî pêk tê: 

Tîpa dengdêr ya ku bêje pê diqede ji dawiya bêjeyê tê avêtin û ew bêje wisa tê veqetandin yan jî tewandin, wek ku ew tîp qet tinebe. Wek awarteya vê qeydê, di gelejimariya nebinavkirî da kîteya "yi" ji bêjeyê tê avêtin.

Gelo ev qeyda kurtahiyê herdem pêkan û rewa ye yan na?

Ka em hewl bidin, hin nimûneyên li jor (tenê yên binavkirî) li gor qeyda kurtahiyê binivîsînin, hîngê divêt wisa be:


Veqetandin bi kurtahî: 

bêja pêşîn - bêjên zimanê kurdî - mamostê me - mamostên zimanê kurdî -

pêşmergê dilêr - pêşmergên Kurdistan - gerîllê hêja - gerîllên Kurdistan - netewa bindest - netewên bindest - pila pêşîn - pilên pêşîn - masa mezin - masên mezin - perda bûkê - perdên wan.


Tewang bi kurtahî :

mana bêjê - mana bêjan - civîna mamostan - kincên pêşmergan - kincên gerîllan - rewşa netewê - koma netewan - kîjan pilê? - kîjan pilan -  li ser masê - li ser masan - li pişt perdê - li pişt perdan.

Lê belê em dibînin ku her kurtahiyek ne ewqas serkevtî ye û ji lew ra jî ne rewa ye. Raste ku bi kurtahî awayê: mamostên zimanê kurdî - pêşmergên Kurdistan - netewa bindest - masa mezin - perda bûkê - civîna mamostan - kincên pêşmergan - koma netewan - li ser masê - li ser masan - li pişt perdê - li pişt perdan; di ziman da tên gotin û bikaranîn. 

Gengeşîya me dê berdewam be.....


*) Kurtahî ne tenê di veqetandin û tewangê da pêk tê. Gava em ji navdêrekî ku bi dengdêrekê diqede rengdêrekê pêk bînin dîsa jî rê ji kelijandin û kurtahiyê re vedibe. Wek nimûne, ji navdêre "netewe" rengdêrê "neteweyî" pêk tê. Li vir jî bi kurtahî "netewî" tê gotin.