Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb li ser rewşa Başûrê Kurdistanê, gef û komkirina hêzê ya ji aliyê Tirkiyê ve li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê axivî.
Diyar Xerîb derbarê rewşa Başûrê Kurdistanê de wiha got: “Tişta em niha li Başûrê Kurdistanê dibînin, pirsgirêka lihevkirin û bi hev re jiyankirinê heye. Ev jî mijarek girîng û hestyar e. Divê aliyên Başûrê Kurdistanê bi hestyarî li ser vê yekê tevbigerin.”
 
‘Bandorên krîza aborî giran in’
Diyar Xerîb bal kişand ser krîza aborî ya li Başûrê Kurdistan û Iraqê û ev tişt gotin: “Îro Kurdistan di qonaxekê re derbas dibe ku ji hemû deman zêdetir pêwîstî bi yekgirtin, bi hev re jiyîn û platformek netewî heye. Weke em hemû dizanin niha başûrê Kurdistanê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê di nava şer de ye. Pirsgirêkên navbera Hewlêr-Bexdayê berdewam in. Krîza darayî û aborî qirika Iraq û Başûrê Kurdistanê girtiye. Vê yeke jî pirsgirêk ji bo welatiyan çêkiriye, divê hemû alî hewla çareserkirina vê yeke bidin.”
 
‘Yekrêzî û yek helwestî pêwist e’
Derbarê amadekarî û nivîsandina destûrek ji bo Herêma Kurdistanê jî Xerîb ev tişt anîn ziman: “Niha pirsgirêkek mezin li ser mijara nivîsandina destûrê û pirsa serokatiya Herêma Kurdistanê heye. Divê alî rolê xwe yê di çareserkirina vê pirsgirêkê de bileyîzin û sîstema Herêma Kurdistanê bi başî birêxistin bikin.  Pêwîst e sîstemek wisa rêkûpêk were dariştin ku em hemû guhdariya hev bikin. Çend yekrêzî û yek helwestiya me hebe, ewqas wê pozisyona Herêma Kurdistanê bihêztir bibe.”
 
‘Çareserî di diyalogê de ye’
Endamê konseya serokatiya KCK’ê wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Divê baş li ser pirsa serokatiya Herêma Kurdistanê guftûgo bikin. Pirsgirêkê nekin pirsgirêka şexsî. Ev pirsgirêka sîstemê ye û pirsgirêka çawaniya rêveberina Başûrê Kurdistanê ye. Divê pirsgirêk ji wê yekê bê derbas kirin ku tenê ne pirsgirêka birêz Barzani ye. Divê dûrî kesayetiyan, guftûgo li ser pirsgirêkan bê kirin, bi diyalog û guftûgoyan bigihe çareseriyê.”
MIHEMED HESEN
ROJNEWS/HEWLÊR