Mîkaêlê Reşîd di nav Kurdên Sovyêtê de yekem kes bû ku bi Rûsî, Ermenîkî, Kurdî berhem dane, û yek ji wan kesan bû ku şiîra modern li kirasê Kurdî kir. Berhemên wî niha bi tîpên latînî jî berdest in.

Helbestên Mîkaêlê Reşîd cara yekem bi herfên latînî wekî pirtûk çap bûn. Pirtûka ku ji weşanxaneya Belkî bi amadekarîya Îbrahîm Bulak derçû pirtûkên Mîkaêlê Reşîd, We´de, Pencere û Mitale dihewîne.

Mîkaêlê Reşîd ji nifşê duyemîn ê wêjeya Kurdî ya Qefqasan e. Ew di heyama xwe de di helbesta Kurmancî de bûye pêşeng. Di nav helbestkarên nifşê duyem de Mîkaêlê Reşîd tevî Fêrîkê Ûsiv û Şikoyê Hesen bûne dengê nûjeniya helbesta Kurmancî. Lê heta niha ji ber ku ti berhemên wî bi herfên latînî çap nebûbûn, di nav Kurdan de zêde nehat naskirin.

Şiîra Ewrûpî di kirasê Kurdî de

Nîvîskar û lêkolînerê Kurd Tosinê Reşîd ji bo helbestên wî dibêje, “Mikaêlê Reşîd form û teherên şiîra Avropî anîn nav wêjeya kurdî, çawan dibêjin ‘ew di kirasê kurdî de bi cîh kirin”.

Dîsa nivîskar Emerîkê Serdar jî wiha qala helbestvaniya wî dike: “Ew şayîr û merivekî usa bû, ku layîqe derheqa wîda hertim bê nivîsarê û bîranînê. Ew şayîrekî usa bû, ku mekteba şayîrtîê derbaz bûbû, û ew yek nava efrandinê xweda xwey dikir.”

Xwediyê 7 kitêbên helbestan

Mîkaêlê Reşîd ji xeynî Kurdî bi Rûsî û Ermenîkî jî pirtûk nivîsandine. Wî bi temamî 7 pirtûkên bi Kurdî nivîsandine, weşanxaneya Belkî ji wan We´de, Pencere û Mitale bi herfên latînî niha çap kirin. Ji xeynî wan her sêyan, çar kitêbên wî yên din yên jî bi Kurdî hene û navê wan jî ev in; Dilê min, helbest, 1960; Şems, helbest, 1970; Îsaf, helbest, 1984; Rêdame, helbest, 1985.

Amadekarê pirtûkê Îbrahîm Bulak dibêje, wî bi xwe hîç dest nedaye rastnivîs û usûla nivîsandina Mîkaêlê Reşîd û di heyama xwe de bi herfên kîrîlî çawa hatibe nivîsandin, bi vî rengî jî li herfên latînî hatiye guheztin.

Mîkaêlê Reşîd kî ye?

Mîkaêlê Reşîd di sala 1925an de, li paytexta Gurcistanê Tibilîsê li maleke Kurdên Êzîdî ji dayik bûye. Gelek salan di beşa Kurmancî ya radyoya Êrêvanê de wek werger xebitiye. Ew di nav Kurdên Sovyêtê de yekem kes bû ku bi sê zimanan (Rûsî, Ermenîkî, Kurdî) berhem dane. Helbestvan û rojnamevanê Kurd Mikaêlê Reşîd di sala 1985´an de kiras diguhere, diçe rehmetê. Cenazeyê wî jî li gundê Qamûşlîyê li Ermenîstanê tê veşartin.

 

FRANKFURT