Hunermend Mîkaîl Aslan li Wanê konser da. Guhdaran elaqeyeke mezin nîşanî konserê da. Aslan stranên xwe yên kevn û nû jî di konsera xwe de gotin.
Mîkaîl Aslan bi organîzasyona Navenda Çand û Huner a Uvercînka li Wanê konser li dar xist. Konser li Salona Konferansê ya Şanoya Dewletê pêk hat û şêniyên Wanê elaqeyeke mezin nîşanî da. Aslan ji albûmên xwe yên kevn û albûma nû stranên bi Kirmanckî û Kurmancî gotin.
Aslan di navbera konserê de axivî û bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê. Aslan da zanîn ku zaravayê Kirmanckî yê Kurdî bi tinebûnê re rû bi rû ye û got, “Bila li ser vê axê zimanekî din nemire.”
Aslan konsera xwe bi stranên “Elqajiye” û “Nînna” bi dawî kir.
MA / WAN