47'emîn doza ku derbarê 99 jê girtî û 152 siyasetmedarên Kurd ên ku di nava wan de parlamenter û şaredar jî hene, di 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê de hat dîtin. Di dozê de 63 girtî tevlê bûn û 26 kes ji ber ku bi rapor bûn tevlî runiştinê nebûn. Gelek parêzer di dozê de amade bûn. Sendîkaya Parêzerên Herêma Federal a Kurdistanê jî doz temaşe kir. Di dozê de derbarê Musa Farisogullari delîl hatin xwendin. Farisogullari bi Kurdî axivî û da zanîn ku ew 3 sale ji bo mafê Kurdan parastiye tê darizandin û wiha axivî: "Heke hun mafê parastina bi zimanê dayika min bidin min, ez ê xwe biparêzin û sucên ku li ez pê têm tewanbarkirin, ez ê vala derbixim." Di wê demê de heyeta dozgeriyê jî, li ser Fairsogullari da mîkorfon girt û nehîşt parastina xwe bi Kurdî bike.

Dîsa mîkrîfon girtin

Delîlên ku der barê Farisogullari de hat xwendin, 3 pirtukên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji mala wî hatibûn hildan û CD'yên Kurdî yên ku di erebeya wî de hatibûn destaserkirin jî, wekî delîla suc hat dîtin. Farisogullari da zanîn ku di nava bi hezaran pirtukên ku di pirtukxaneya wî de tenê sê pirtûk û CD'yên Kurdî hatine destaserkirin, serkê dozgeriyê careke din mîkrofon li Farisogullari birî.
Serokê Baroya Amedê M. Emîn Aktar da zanîn ku pirtûkên ku qalawan dihate kirin, tenê ji bo sûd jê bê girtinê hatine girtin û Aktar diyar kir ku ev pirtûk mirov dikare ji hemû pirtûkxaneya bibîne. Aktar wiha pêde çû: "Muwekîl diyar dike ku ew ji belakirina van pîrtûkan ne berpirsyare. Di lêgerîna de ji derveyê isûlê lêgerîn hatine kirin. Di qeydê tapê de heman tişt tên kirin. Di qeydên bi îdiayên der barê wî de li hev rûdinên yek bi yek hatine bijartin lêb eşên din ên axaftina wî nehatine girtin."

'Îdîa bi zanebûn hatine amadekirin'
Piştî di rûniştinê de gotinên şahidên nepen ên bi bavê X, Gun Işigi û Papatya hatin xandin, Farisogullari mafê axaftinê girti. Farisogullari bi Kurdî: "Ez xwe bi dest û piyan girêdayî his dikin. Li hemberî min boksorek heye û bê naver li min dide. Ez jî ji ber ku bi dest û piyan girêdayî me, nikarim xwe biparêzin. Heke min jî bi zimanê xwe parastina xwe bikira, ez jî di vê rewşê de nebûn." Piştî van gotinên Farisogullari, mîkorfon carke din hatin girtin. Prz Aktar jî, da zanîn ku beyanên şahidên nepenî razberin û diyar kir ku tu şênberiya beyanan tune. Aktar der birî ku ew navê yekî din jî dayne vira, wê ji vê îfadeyê re li hev were. Aktar destnîşan kir ku ev gotinên şahidê nepenî, piştî miwekîlê wî hatiye girtin, bi zanebûn ev îdia hatine amadekirin. Doz piştî nîvro berdewam kir.  n


DÎHA/AMED