Rûniştin bi xandina delîlên der barî şaredarê Peyasê Zulgîkar Karatekîn destpê kir. Di nava delîlên der barê Karatekîn de, çûyîn û hatina derveyê welat, flaşdîskên di dema serdagirtina malê de hatin destaserkirin, nameyên îxbarê ên bê nav, xebatên şaredariyê, tevlîbûna çalakiyên bi qanûnî, beşdariya xebatên Yekitiya Şaredarên Anatoliya Rojhilatê Bakur (GABB), hemû wekî faliyetên KCK’ê hatin nîşandan. Di dema xandina delîlên der barê Karatekîn de, pirsên ku hatin pirsîn, Karatekî bi zimanê dimilkî, berfiv da û piştî 30 pileyan mîkrofon hatin girtin. Piştî mîkrofon hatin girti, parêzerê Karatekîn Prz. Sebahattîn Korkmaz berteke nîşanî vê yekê da û ev tişt got: “Hûn mîkrofonê çima digirin. Berdin mira miwekîlê min heta dawiyê xwe biparêze. Tu menaya girtin û vekirina mîkrofonê tune. Ev 4 sal e ku ev mirov dixwazin bi Kurdî parastina xwe bikin. Hê jî hûn di israra çi de ne. Tişta ku hûn dikin dijî hiqûqê ye, hûn mafê parastina kêm dikin. Wekî ku parastin hatiye kirin didin nîşan. Li holê parastinek jî tune. Ev tişta ku hûn dikin ne rast e.”
Serokê dadgehê jî diyar kir ku ew ê bi rêbazê berdewam bikinDi berdewam xandina delîlan de, dîsa mîkrofon hatin girtin, pirsên ku hatin pirsîn Karatekîn dîsa bi Kurdî bersivand û diyar kir ku çalakiyên ku ew beşdar bûen, çalakiyên ji hêla navenda BDP’ê ve hatine organîzekirin in, û aşkera kir ku ew çalakî ne dijî qanûnê bûne û wiha axivî: “Ew nivîsa ku îdia dikin di mala min de di filaşê de hatine dîtin, ne aydê min in. Dibe ku ji hêla kesekî ve hatibe dayîn. Faliyetên GABB’yê demek dirêj in tên kirin. Faliyetên legal in. Nameyên îxbarê bê nav hatine şandin. Tiştên di nameyên îxbarê de derbas tibin ne rast in.”
Parêzera jî diyar kir ku di dema lêgerîna de flaş dîsk îmaja wan nehatiye derxistin û di dema lêgerîna malê de miwekîlê wî tenê bûye, lêgerîn pê parêzer hatiye kirin.
Di dema îkameya delilan de, Prz. Mehemet Emîn Aktar mafê axaftinê girt û ev tişt got: “Ev dadge mafê parastina miwekîlê min nas nake. Em pêşniyar dikin ku dema qanûn kete meriyetê, divê daxwaz parastinê bên qebûlkirin. Ez dixwezim bala we bikişînim li ser vê xalê. Divê di dema rûniştinê de, dadgeh li uslûba xwe baldar be. Uslûbeke wekî ‘Zulkuf rûnê’ ne di cihê xwe de ye. Ew mirovekî ku hatiye hilbijartin e. Piştî Aktar axaftina xwe bi dawî kir, serokê dadgehê bi heman uslûbê axaftina xwe berdewam kir.
AMED