Berpirsiyarê Pêwendiyên Giştî yê Dîwana Serokatiya Başûrê Kurdistanê Hemîd Derbendî ji televizyonên başûr re axifî û li xwe mukir hat ku hukûmetê astengî ji bo derbasbûna Hevserokê PYD’ê Salih Muslim derxistine û gotina berpirsiyarê deriyê sînor ê Pîşxabûr Şewket Berbuharî ya ku gotibû Hikûmeta Başûr astengî ji Muslim re dernexistine derewand.

Derbendî di axaftina xwe ya bi televîzyonê re wiha got: “Eger Salih Muslim dixwaze biçe Ewrupa, bila Bexdad, Şam, Tehran û Enqerê bikar bîne û bila di Kurdistanê re derbas nebe.”
Derbendî bi mukir hatina xwe Berbuharî derewand, tevî ku herdu kes jî girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê ne.
Beriya niha Berbuharî ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê re axifîbû û gotibû: “Nûçeyên ku dibêjin Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ji aliyê berpirsiyarên deriyê sînor ê Pîşxabûr ve hatiye astengkirin derew in û Muslim ji bo derbasbûna Herêma Başûrê Kurdistanê serlêdana me nekiriye.”

Muslim: Emê teslîmî PDK’ê nebin’

Der barê mijarê de li Rojava û parçeyên Kurdistanê ji bo astengkirina derbasbûna Hevserokê PYD’ê Salih Muslim nerazîbûn berdewam in. Her wiha Salîh Muslum  jî ajanseka Tirkiyeyê re axivî û der barê axaftinên Derbendî de nirxandin kir. Muslum da zanîn ku Derbendî rê nîşanê wan dide û got ku Derbendî bi vê yekê dixwaze bêje ku ya bên bikevin bin fermandariya me yan jî bi Rejîma Sûryeyê re hevkariyê bikin û wiha got: “KDP piştgiriyê dide Partiya Azadî û partiyên din. Ji ber wê jî dixwaze kurdan bike bin fermandariya xwe, ev li dijî kurdan lîstikeke. Em ê tu car teslîmê KDP’ê nebin. Em gelekî bi rûmetin û dê tu car vê yekê qebûl nekin.

HEWLÊR




Ji partiyên Başûr nerazîbûn


Astengkirina çûyîna Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ji bo Başûrê Kurdistanê, li nerazîbûna partî û parlamenterên Başûrî rast hat. Tevgera Goran got, “ev karekî nebaşe”, Yekgirtû jî banga “Divê ji Kurdistaniyên li Rojava re nebin asteng, bibin alîkar” kir. Parlamenter Mahmûd Osman jî got, “astengiyeke siyasî ye.”
Çûyîna Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ji bo Başûrê Kurdistanê di 23’ê Cotmehê de hat astengkirin. Muslim ji bo qebûlkirina serdanên sersaxiyê yên ji ber windakirina kurê xwe Şervan Muslim, ji Ewropayê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûbû. Hikûmeta Kurd der barê vê astengiyê de ti daxuyanî neda. Hikûmetê beriya niha der barê mijara girtîbûna deriyê sînor ê Sêmalka de demeke dirêj bêdeng mabû û li ser zêdebûna nerazîbûnan daxuyaniyek dabû û îdîa kiribû ku derî vekiriye. Derî hînê li çûn û hatina Kurdistaniyên ji Rojava girtîne.
Partî û parlamenterên ji Başûrê Kurdistanê ji ANF’ê re axivîn, nerazîbûn nîşanî vê rewşê dan û xwestin dawî li astengiyan bê anîn.

Goran: Ev karekî ne baş e

Berpirsyarê Hewlêrê yê Tevgera Goran, ku di hilbijartinên meha Îlonê de bû partiya duyemîn Dr. Mihemed Hecî astengkirina çûyîna Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ji bo Başûrê Kurdistanê weke “karekî nebaş” bi nav kir.
Hecî diyar kir ku divê bi awayekî giştî sînor li welatiyên ji Rojavayê Kurdistanê bê vekirin û got, “Me berê jî anîbûn ziman. Ev ne karekî baş e.” Hecî da xuyakirin ku ev nêzîkatî şert û mercên giran ên li Rojavayê Kurdistanê girantir dike û got, “Astengkirin an jî qedexekirina derbasbûna Birêz Muslim, rewşeke baş nîne. Em dixwazin ev yek neyê dûbarekirin.” Hecî ragihand ku Muslim lîderê partiyeke siyasî ye û got, “Rewşa Rojavayê Kurdistanê baş nîne. Pêwistiya wan bi Başûrê Kurdistanê heye. Divê em ji wan re nebin asteng, em bibin alîkar.”

Destkeftî yên tevahiya Kurda ne

Partiya çaremîn a bi 9 kursiyan li parlamentê tê temsîlkirin YekgirtûYê Îslamî ya Kurdistanê jî nûnerê wê Xelîl Îbrahîm da xuyakirin ku astengkirina Muslim ji bo wan cihê “nerazîbûn” û “xemgîniyê” ye.
Îbrahîm got, “Astengkirina Birêz Salih Muslim ji bo me cihê nerazîbûnê ye” û anî ziman ku wan ev rewş ji çapemeniyê bihîstine. Îbrahîm da xuyakirin ku divê Başûrê Kurdisatnê der barê pirsgirêkên li hemû perçeyên Kurdistanê de roal xwe bileyze û anî ziman ku divê Başûrê Kurdistanê ne tenê ji bo Muslim ji bo hemû “welatparêzan” vekirî be. Îbrahîm destnîşan kir ku statuya heyî ya Herêma Kurdistana Federal berhema têkoşîna gelê Kurd a li hemû perçeyan e. Îbrahîm got, “Rola Kurdên li Rojava di vê de heye. Her perçe ji bo yê din şehîd da. Bila kes nebêje ev perçe yê min e.” Îbrahîm da xuyakirin ku Herêma Kurdistana Federal bi parlament, hikûmet û hemû saziyên xwe re destketiyê hemû Kurdan e.

Osman: Astengiyeke siyasî ye  

Endamê Parlamenta Iraqê yê Kurd Mahmûd Osman jî da xuyakirin ku ev yek “mijareke siyasî” ye û xwest ev yek bi rêya diyalogê di navbera PDK û PYD’ê de bê çareserkirin. Osman got, “Hêvîdarim birayên PDK, PYD û PKK dê vê pirsgirêkê bi diyalogê çareser bike.” Osman diyar kir ku divê ev partî li hemû perçeyan alîkariyê bidin hev û ev hişyarî da: “Eger ev pirsgirêka siyasî neyê çareserkirin, dibe ku xirabtir bibe.”

SILÊMANÎ




KCD’Ê  şermezar kir  


Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûn nîşanî pêşîgirtin li Hevserokê PYD’ê Salih Muslim da.  KCD’ê got, “Di demeke ku yekitiya neteweyî ya gelê Kurd weke mijareke girîng hatiye rojevê û amadekarî ji bo kongreya neteweyî tê kirin de, astengkirina çûyîna Hevserokê PYD’ê Birêz Salih Muslim ji bo Başûrê Kurdistanê, helwesteke bextreş e û nayê qebûlkirin. KCD’ê ev yek weke hewldanek li dijî ruhê xebatên kongreya neteweyî bi nav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em vê helwesta zerarê dide yekitiya neteweyî ya Kurdan şermerzar dikin û bang li Hikûmeta Başûrê Kurdistanê dikin ku bi lezgînî dest ji vê helwestê berde.”

AMED