Şêniyên Şengalê ji bo piştgiriyê bidin şervanên YJŞ/YBŞ’ê yên di operesyona Tolhildana Jinên Êzîdxanê de, li çeper û bendên kontrolê yên Hêzên Asayîşê nobetê digirin. Welatî bi hêviya ku şervan dê di vê pêngavê de gundên wan rizgar bikin û xizmên wan ên di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de revandî rizgar bikin, berê xwe didin bereyên berxwedanê.

Yek ji welatiyan Xelef Simaîl got: “Ez îro gelekî kêfxweş im ku şervanên YBŞ/YJŞ’ê operesyona Tolhildana Jinên Êzidî dane destpêkirin. Em ji roja destpêka hemleyê ve li çeperên berxwedanê ne û bi şev û roj nobetê digirin da ku Êzîdî bi aramî di malên xwe de razin”.

Welatiyê bi navê Xelef Hecî jî xwest her ciwan û welatiyê Şengalê tevlî berxwedanê bibe û piştgiriyê bide şervanan. Hecî got: “Ez bi şev û roj li vir bi hevalên xwe re nobetê digirim. Di oxira parastina vî welatî de û tolhildana jinên Êzîdxanê de, çi ji me bê xwestin, em ê bikin.”

Hecî di dawiya axaftina xwe de bang li hemû Êzîdiyan kir ku ji her devera cîhanê  vegerin Şengalê û di oxira parastina xaka xwe û rizgarkirina gundên Şengalê ji dagirkeriya DAIŞ’ê de, piştgiriya şervanên YJŞ/YBŞ’ê bikin.


RÊBER ŞINGALÎ  / ANHA / ŞENGAL