Komîsyona Kampanya Komkirina Yek Milyon Îmza ya ji bo Azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyê de ku li Herêma Federal a Kurdisan û Iraqê hatibû destpêkirin, encamanameya wê ji raya giştî re hate aşkere kir. Li gorî vê li seranserê Irak û Herêma Kurdistanê 1 milyon û 6667 îmze hatine komkirin.
Komisyona Kampanya Îmzayan a Herêma Kurdistanê û Iraqê ku ji bo Azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li Tirkiyê ku ji bo piştgirî dayîna kampanya 5 milyon îmze a li welatên Ewrûpa, Qafqasya, Rojhilata Navîn, Başûrê Efrîka û Emerikaya Latîn hatibû destpêkirin li Hewlêrê bi daxuyaniya çapemeniyê encamnameya kampanyayê aşkere kir. Li gorî encamnameyê li seranserê Herêma Kurdistanê û hinek deverên Iraqê 1 milyon û 6 hezar û 667 îmze hatine komkirin.
Daxuyanî li Otela Çarçira bi amadebûina gelek endamên rêveberiya kampanyayê û rojnamevanan bi axaftina vekirinê ya endamê komisyona kampanyayê Serdar Sitar ve hate destpêkirin. Star di axaftina xwe de wiha got: “Li Herêma Kurdistanê û hinek deverên Iraqê serê meha Gulanê ya 2013’an jibo piştgirî dayîna kampanya pênç milyon îmze a jibo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî yên di zîndanên Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê de ku li gelek welatên Ewrûpa û cîhanê hatiye destpêkirin, me biryar da ku em jî jibo piştgiriya wan komkirina 1 milyon îmze kampanya bidin destpêkirin. Em di demek kin de gihiştin armanca xwe û bi dilsoziya gelê me yê Başûrê Kurdistanê me di vê armanca xwe de serkeftin bidest xist. Lewra her çendî ku demek dirêje kampanya bidawî bûye jî lê me xwest di 1’ê Îlonê de encamnameya wê aşkere bikin û di roja Aştiya Cîhanê de bibe wesîleya azadiya Rêber Apo û girtiyên siyasî.”

Partiyên siyasî destek da

Piştî axaftina Star ji aliyê endamê komîteya kampanyayê Kawa Nadir ve daxuyaniya çapameniyê hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Di çarçova pêngava 5 milyon îmze a jibo azadiya birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên di zîndanên Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê de ku niha jî li welatên cîhanê didome, jibo çareseriya pêvajoya demokratîk a li bakûrê Kurdistanê ji aliyê birêz Ocalan ve hatiye destpêkirin, li Başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê di konferansa binavê (Felsefeya Birêz Ocalan) a di 18’ê Nîsana 2013’an de biryar hate girtin ku jibo piştgirî dayina pêngava 5 milyon îmze li Herêma Kurdistanê û Iraqê jibo komkirina 1 milyon îmze kampanya were destpêkirin. Gelek partiyên siyasî û rêkxistinên civakî beşdarî kampanyayê bûn gelê bajer, navçe, bajarok û gundên Başûrê Kurdistanê bi keyfxweşî pêşwazî kirin.”

Gelek wezîran jî îmze avêt

Di daxuyaniyê de hate gotin ku li ser vî bingehî bêy ku ciyewazî nîşa bikin serokê Herêma Kurdistanê, serokwezîrê Herêmê, serokê Parlementoya Kurdistanê, gelek wezîrên herêmê, parlementerên herêma Kurdistanê, endamên partiyên siyasî, rêkxistinên civaka sivîl, kesayetên siyasî û rewşenbîr, mamostayên ayînî û hemû beşên civakê jibo azadiya Ocalan îmze avêtin. Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku birêz Ocalan û girtiyên siyasî dikarin vê pêvajoya çareseriya demokratîk a li bakûrê Kurdistanê ji aliyê Ocalan ve hatiye destpêkirin bigihinîn serkeftinê. Di berdewama daxuyaniyê de bang li raya giştî a cîhanê û saziyên mafê mirovan û Neteweyên Yekbûyî (NY) hate kirin ku jibo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî û çareseriya pirsgirêka zextê bixe ser dewleta Tirkiye. 

Herêm bi herêm encam

Li gorî deveran encamnameya kampayaya îmzeyan wihaye; Li Silêmanî 230 hezar, Hewlêr 194 hezar, Binarê Qendîl (devera Bêstûn, Pişder, gundên Binarê Qendîl, navçeya Diyana û Çoman) 174 hezar û 667, Kerkûk 130 hezar, Dihok 100 hezar, Şengal 81 hezar, Germiyan 80 hezar, Bexda 9 hezar, Mûsil 6 hezar îmze hatine komkirin. Bi awayek giştî 1 milyon û 6 hezar û 667 îmze hatine komkirin. Di dawiya daxuyaniyê de komisyona kampanyaya îmzeyan dubare spasiya xwe jibo tevayî gelê Başûrê Kurdistanê û hemû alî û kesên di vê kampanyayê de ked dane û xwih rêjandine kir û serkeftin ji tevgera azadiya gelê Kurd û Kongreya Netewî a Kurd hate xwestin.

DÎHA/HEWLÊR