Endamên Komîteyên Perwerdeya Civaka Demokratîk ên hemû bajarê Cizîrê û Girê Spî, ji bo girtina pirtûkên meteryalên nû yên perwerdeyê, berê xwe dan bajarê Amûdê.

Milyonan pirtûkên meteryalên serdema nû li peymangeha Şehîd Peyman Elî hatin dayîn.  Kedkarên perwerdeyê pirtûkên meteryalan ji vir li ser bajarên din ên Cizîrê û Girê Spî belav kirin.

Endama rêveber a Peymangeha Şehîd Peyman Elî, Sefwan Ehmed da xuyakirin ku dê pirtûk li gora hejmara xwendekaran li dibistanên seretayî ji refê yekem heta refê şeşem ên herêmê bên belavkirin. Hejmara pirtûkan bi melyonan e, bi zimanê Erebî, Kurdî û Suryanî ne.  


ANHA / AMÛDÊ