Komek mîmar, muhendis û plangerên bajêr ji bo ku destekê bidin HDP’ê kampanyaya îmzeyan dabûn destpêkirin. Ji 400’î zêdetir kesî destek da vê kampanyaya piştgiriya HDP´ê. Kesên ku îmzeya destekê dane HDP´ê di heman demê de bûne muşahid jî.
Kapmanyaya îmzeyan beriya bi 3 heftiyan dest pê kir. Di demeke kurt de 403 mîmar, muhendis û plangerên bajêr destek da kampanyayê. Kampanya heta hilbijartinê wê dewam bike.
Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, ew destekê didin HDP’ê û Demîrtaş. Di daxuyaniyê de çend xal hatin rêzkirin ku bi vê sedemê ew destekê didin HDP’ê û Demîrtaş. Xalên serkeke yên derdikevin pêş ev in:
Sedemên destekkirina HDP´ê
* Li şûna perwerdehiya yekreng, zayendîparêz, mezhebi û nîjatperest ji bo ku perwerdehiya zanistî, laîk, demokratîk, azadîxwaz û perwerdehiya bi zimanê dayikê û bav û kalan diparêze,
* Li şûna ekonomiya kapîtalîst a neo-lîberal a talanger, piyaseparêz; ew mirov, sirûştê, kedê dike navenda ekonomî politikaya xwe,
* Ji bo ku li dijî qeyûman, ji peywirê girtina hilbijartiyan, girtin, şertên ne wekhev û Rewşa Awarte re dibêje, ‘NA’,
* Ji bo ku azadiya bawerî û wijdanê li ser zemîna welatîbûna wekhev dixwaze bi destûrê were misogerkirin,
* Ji bo cîhaneke azad, hevjiyana azad, ji bo jiyanaeke wekhev û azad a jin, ciwanan, bi qurtebirî ji bo ku dadê, serweriya hiqûqê, mafê mirovan, xwegihandina xizmeta perwerdehî û tenduristiya baş, ji bo karê wekhev mehmiza wekhev diparêze, ji bo ku dixwaze sirûst û derdor were parastin, huner azad bibe, çapemenî azad bibe û ji bo ku dixwaze zarok, ciwan werin pararstin, ji bo ku ji bo jinan cihêkariya pozîtîf dixwaze û wekheviya zayendan daniye ber xwe, em destekê didine HDP’ê û Selahattîn Demîtaş.’’
NAVENDA NÛÇEYAN