Fermandarê Giştî yê Hêzên Parastina Şengalê (HPŞ’ê û endamê komîteya navendî yê YNK’ê Heyder Şeşo doh li Silêmaniyê civîneke çapemeniyê lidarxist.Şeşo got ku ew hêza xwe hilneweşîne.

Têkildarî buyera revandin û girtina xwe de jî Heyder Şeşo bi agahiyên dan raxiste ber çavan ku PDK’ê îmzeya xwe avêtiye bin skandalekê. 

Fermandarê Êzîdî yê Kurd Heyder Şeşo yek ji pêşengê Kurdên Êzîdî bû  ji dema êrîşa li dij Şengalê ve li dij DAIŞê li ber xwe dide. Şeşo bal kişand ser girtina xwe û ev agahî parve kirin: “Ez li derveyî yasayê hatim girtin. Despêkê ez ligel hêjmarek terorîstên DAIŞ’ê hatibûm girtin, lê piştre bi hewldanên YNKê ez ji bo cihekî din hatim veguhestin.”


HPŞ nayê hilweşandin

Heyder Şeşo di civîna çapemeniyê de wiha got: “15 roj berî bûyerên 8’ê Tebaxa 2014’an û dema terorîstên DAIŞ‘ê êrişî Şengalê kirin, HPŞ hatibû damezirandin. Min 3 caran peywendî ligel wezîrê Pêşmergeyan danî û ji bo bi awayekî yasayî wê hêzê bixin ser wezareta pêşmergeyan. Her wiha alîkariya me bê kirin û ji bo em Şengalê biparêzin. Lê ti bersivek nedan me. Ji bilî vê yekê me daxwaz ji serokê parlamentoyê kir ku hêza me bi fermî û di çarçoveya hêzên pêşmergeyan de bê nas kirin, bi heman awayî bersiv nehat dayîn.”

Fermandarê HPŞ’ê di berdewama axaftinên xwe de wiha got: “Em xwe wekî hêzekî Kurdistanê û Pêşmerge dibînin. Em ji bo Şengalê û parastina xaka Kurdistanê xebatê dikin. Her wiha em hêza xwe jî hilnaweşînin.”


’Rêveberiya herêmî alîkarî neda me’

Derbarê alîkariya di çarçoveya Heşd el-Şeebî de jî Şeşo wiha got: “Me miaşê hezar pêşmergeyan ji Heşd el-Şeebî wergirtiye, lê ev wekî alîkariyê bû. Ji ber tevî me li hemberî DAIŞ’ê şer dimeşand, Herêma Kurdistanê alîkarî neda me. Ew miaş tenê wekî alîkarî bû. Em ne di bin plan û bandora Heşd el-Şeebî de bûn. Hûn çawa axaftinên me belav dikin jî hûn azad in.”


‘Ez şervanê tevahiya Kurdistanê me’

Fermandarê HPŞ’ê Heyder Şeşo di dawiya civîna çapemeniyê de wiha got: “Ez ê biçim Şengal’ê. Ne tenê Şengal, eger bûstek xaka Kurdistanê jî pêwîstî bi min hebe; ez amade me xwîna xwe di ber de bidim.” 


ROJNEWS/SILÊMANÎ