Sultan Yigit: Ji bo ku tecrîdkirina Rêbertiya me bi dawî bibe ji bilî berxwedanê ti rêya din nebû. Jixwe, bi pêşengiya Leyla Guven çalakgerên greva birçîbûnê ev rê nîşanî me dabû. Min jî berxwedan tercîh kir.
Li paytexta Awusturyayê Viyanayê Sultan Yigit di roja 113´an a çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ye. Sultan Yigit ji bo berxwedanê dibêje, ew ê tecrîdê bifeşkilîne. Li ser biryardariya xwe ya dewam dike jî, ew dibêje, “Ez bi biryardariya roja pêşî çalakiya xwe dewam dikim.
Sultan Yigit sala 1990´î li gundê Cidoî yê ser bi Qosera Mêrdînê hatiye dinê. Ji ber ku wî dibistana navîn qişleyî xwendiye, tîne bîra xwe ku ew bi mentiqekî eskerî perwerde dikirin û wan dibistanên qişleyî weke navendên asîmîslasyonê bi nav dike û dibêje, “Hingê ez lê serwext nedibûm ku ew navendên asîmîlasyonê bûn. Îro gava lê vedigerim, ez wê rastiyê pirr baş dibînim. Li dibistanê û li mala xwendekaran peyivîna bi Kurdî qedexe bû. Dixwestin me ji çand û zimanê me qut bikin û me bikin Tirk.”
Navendên asîmîlasyonê bûn
Sultan piştî dibistana navîn, ji bo kar bike diçe Stenbolê û li fabrîkayeke tekstîlê kar dike. Hingê Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir û tevlî nav xebatên ciwanan ên DTP´ê bû. Sala 2009´an piştî serdegirtina mala lê dima, ew hat girtin. Sultan ê ku hat destgîrkirin pêşî birin Hepsa Metrîsê ji wir jî piştî bi 20 rojan di hicrikê de, wî dibin Hepsa Tegirdagê û li wir di tecrîdeke giran de wî radigirin. Sultan Yigit dema wê demê tîna bîra xwe dibêje, “Li navendên wisa dixwazin îradeya girtiyên şoreşger bişikînin û teslîm bigirin.”
Helbet gritiyên azadiyê ev navendên êşkenceyê ji xwe re veguherandina dibistanekê: “Beriya bikevim hepsê ez bi hestiyarî nêzî rêxistinê dibûm. Lê belê pêvajoya hepsê ji bo min bû derfetek ku ez Rêbertiyê û Tevegerê bi rastî nas bikim. Ez dikarim bibêjim ku ez li îdeolojiya tevgerê li wir serwext bûm.”
Beşdarê greva birçîbûnê ya 2012´an jî bû
Ew gelek caran dikeve greva birçîbûnê û di greva birçîbûnê ya mezin a sala 2012´an de jî cihê xwe digire. Sala 2012´an bi îdîaya endama rêxistinê ye û li ser navê rêxistinê sûc kiriye, 24 sal ceza lê tê birrîn, lê dadgeha bilind vê kêm dibîne û dozê li dadgeha herêmî vedigerîne. Yigit sala 2013´an dema tê tehliyekirin, bi darê zorê wî dibin eskeriyê, lê ji ber nexweşiyê ji eskeriyê dikare xwe pûç bike.
Piştî vê, Sultan Yigit xebatên xwe yên di nava partiyê de li Mêrdînê dewam kirin. Piştî serhildana 6, 7, 8´ê Cotmehê ya ji bo Kobanê, ew careke din hat girtin û xistin Hepsa Mêrdînê. Ew 5 mehan li vir girtî dimîne. Piştî tê berdan jî xebatên xwe yên di nava partiyê de dewam dike, lê ji ber doza wî ya bi daxwza muebetê, ew neçar dimîne derkeve derveyêî Tirkiyeyê. Sultan Yigit diçe Awusturya û doza penaberiyê dike.
Heta tecrîd bi temamî bişike
Herçî greva birçîbûnê ye, Sultan Yigit sedema çalakiya xwe wiha rave dike: “Greva birçîbûnê ya Leyla Guven nêzîkî qonaxeke bi tehlûke dibû, deweltê bixwe, nîşaneke teê jî nedida ku ew ê gavekê biavêje. Ji bo ku tecrîdkirina Rêbertiya me bi dawî bibe ji bilî berxwedanê ti rêya din nebû. Jixwe, bi pêşengiya Leyla Guven çalakgerên greva birçîbûnê ev rê nîşanî me dabû. Ya mayî ji bo min, êdî ew bû ku ez biryarê bidim. Gelo ez ê di vê pêvajoyê de bibûma beşek ji berxwedanê yan gelo minê ji dûr ve lê temaşe bikira? Di navbera van herdu bijarkan de ji bo min hîç zehmet nebû ku biryarê bidim û min jî berxwedan tercîh kir. Heta ku tecrîdkirina Rêbertiya me bi temamî bi dawî bibe, berxwedana me jî wê dewam bike.”
Li ser hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re hatî kirin jî Sultan Yigit got, divê tecrîd bi temamî rabe ji bo bidawîbûna çalakiyê û wiha peyivî: “Hin hevdîtin hatin kirin, lê maneya wan ne şikestina tecrîdê ye. Dewleta ku dît berxwedan her roja dibihure mezin dibe, destûr da yek, didu hevdîtin li Îmraliyê pêk werin. Lê maneya vê ne şikestina tecrîdê ye.”
Herî dawî wî bang li ciwanan kir da ku xwedî li berxwedana dayikan derkevin û got, ciwan timî bi rola pêşeng rabûn û di vê demê de jî divê bi vê rola xwe rabin.
VIYANA