Dayika Edûlê dibêje: “… min li kêleka kurê min veşêrin.”


Di nava berxwedana Kobanê de gelek zarokan bav û dayikên xwe ji dest dan û gelek dayik û bavan jî keç û xortên xwe spartin axê. Dayikên şervanên YPJ/YPG’ê di nava konbajaran de li hemberî şert û mercên jiyanê yên zehmet li ber xwe didin. Dayika Edûlê Beko Etto (70 salî) ji gundê Girikê yê Kobanê ye û niha li konbajarê Şehîd Gelhat dimîne. Wê got, kurekî wê di nava şervanên YPG’ê de li Kobanê jiyana xwe ji dest daye û kurekî wê jî niha di nava şervanên YPJ/YPG’ê de li hemberî terorîstên DAIŞ’ê şer dike. Dayika Edûlê hestên xwe û hesreta xwe ya ji bo Kobanê û zarokên xwe anî ziman. Dayika Edûlê got, “Ez dixwazim demekê beriya demekê ez bimirim û min li Kobanê li cem kurê min veşêrin. Kobanê bihara gelan e, Kobanê dermanê birîna ne.” 


‘Kobanê bi xwîna şehîdan hatiye şuştin’

Dayika Edûlê got, “Ez dayika şoreşgeran im, dayika şehîdan û dayika şervanan im. Şoreşgerê min niha li gundên Kobanê li hemberî dijmin li ber xwe dide. Ez kî me dayê? Kobanê ji birînan re derman e. Kobanê bi xwîna şehîdan hatiye şuştin.”

Dayika Edûlê hestên xwe yên ji bo Kobanê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha anîn ziman: “Ev heft sal in wêneyê Serok Apo di berîka min de ye û ez bi xwe re digerinim. Min soz daye ku ger vegerim welatê xwe ez ê heriya welatê xwe bixwim. Piştre jî xwe dirêj bikim ser heriya Kobanê û xwedê bila wê demê ruhê min ji min bistîne û min li kêleka kurê min veşêrin. Kobanê dermanê çavan e, bihara dilan e, gula Mihemediye ye ku li ser dilê min şîn bûye. Ev 15 roj in min xwarin nexwariye ku min got bila xwedê emanetê xwe ji min bistîne û min li Kobanê veşêrin. Kobanê, bes Kobanê.”

Dayika Edûlê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em li vir çi dikin bila bikin, em serê sibê heya êvarê goştî bixwin jî pûç e. Ez bi tenê ji axa Kobanê hez dikim bixwim û ti tiştî din naxwazim. Ewqas keçên delal û xortên bejn bilind şehîd bûn li Kobanê. Ew keç û xortên hêja li ser axa Kobanê xwîna xwe rijandin. Ne hindikin lawê min ne hindik in. Kobanê bi xwîna wan hat şuştin. Min bibin Kobanê.”


 DÎHA / RIHA