SOZDA OREMAR / JINNEWS/ŞEHBA
Xelîl Mûse niha 15 salî ye, lê wî di 14 saliya xwe de kitêba li ser zilma dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê bi navê Rastiya Efrînê nivîsand û da weşandin. Xelîl di kitêba xwe de sê beşên bi navê ‘Berî şer jiyana xwezayî’, ‘Dema şer hovîtiya ku hat jiyîn’ û ‘Hatina Şehbayê’ bi hêstên xwe yê pak, nivîsîne.
Xelîlê ciwan ê 15 salî li gundê Remedan ê ser bi navçeya Şiyê ya Kantona Efrînê ji dayik bûye. Ji bo dagirkeriya dewleta Tirk û serpêhatiyên xwe û miletê Kurd ê li efrînê ew dibêje, ”Ez bûm şahidê êş û zehmetiyên gel, bi rêya van pirtûkan min xwest êş û zehmetiyan bixim malê dîrokê.”
Hovîtiya Tirkan û berxwedana gel
Xelîl ji bo karê xwe yê nivîsê dibêje, ”Dewleta Tirk bi hevkariya Rûsyayê êrişî Efrînê kir. Bi balafirên şer êrişî sivîlan kir û bi awayêkî herî hov bombe li ser xelkê barandin. Beriya niha min helbest dinivîsandin, lê piştî dagirkeriya Efrînê min kitêba xwe ya bi navê ‘Rastiya Efrînê’ nivîsand. Sê beşên vê pirtûkê hene. Beşa ‘Berê şer jiyana xwezayî’ û beşa ‘Dema şer hovîtiya ku hat jiyîn’ divê beşê de herî zêde min hovitiya dewleta Tirk a li dijî zarokan nivîsand. Di beşê sisiyê û dawî de ‘Hatina Şehbayê’ min herî zêde berxwedana gel li hember zor û zehmetiyan nivîsand.”
Zarok dîsa bûn armanca topên Tirkan
Xelîl balê dibe ser êrişên dewleta Tirk yên ku îro jî dewam dikin û wiha dipeyive: ”Piştî dagirkeriya dewleta Tirk, êrişên wê xilas nebûn. Di 2’yê kanûnê de li Til Rifetê êrîşek çêbû û zarok kirin hedef. Careke din zarokên Efrînê bûn armanca topên dewleta Tirk.”
Bi yekbûnê li dijî dagirkeriyê
Xelîl Mûse di dawiyê de dibêje, ”Banga min ew e ku em bibin yek û li hember dagirkeriyê bisekinin. Di komkujiya li Til Rifetê de dewletên dinyayê bê deng man. Li beramberî bêedaletiya cihanê divê em yekbûna xwe ava bikin. Heger saziyên mafên mirovan hene, bila bi wijdanê xwe hebûna xwe diyar bikin.”