Aktivîstê aştiyê Claus Scheer ku ji bo alaya YPJ’ê hilda û pankarta ‘Ji Ocalan re azadî’’ rakiriye, hate darizandin, derseke dîrokî da dadgeha Munichê û got, ‘’Beriya bi 40 salan ji bo azadiya Mandela min çi kiribe niha jî ji bo azadiya Ocalan wê dikim.’’
Claus Scheer ê 80 salî, li bajarê Elmanyayê Munichê pasîfîstekî naskirî ye. Scheer salên 80’yî li dijî biçekbûna Elmanyayê sekinî, tevlî nav çalakiyên li dijî nijadperestan bû û ji bo gelên çewisandî pêşengî kir ji çalakiyan re. Wî 17’ê Sibata 2018’an di xwepêşandanên Konferansa Ewlehiyê ya Munichê de alaya YPJ’ê hildabû û pankarta ‘’Ji Ocalan re azadî’’ rakiribû, li ser pankartê posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebû.
Aktivîstê Elman ji hêla yekîneyên ewlehiyê yên Munichê ve hatibû sûcdarkirin ku ‘’propagandaya PKK’ê ya qedexe kiriye’’. Rûniştina pêşî ya doza skandal ku bi daxwaza dozgeriyê hatibû vekirin, li Dadgeha Îdarî ya Munichê bi rê ve çû. Scheer ku parastina xwe ya pêşî kir, derseke dîrokî da şandeya dadgehê ya ku ew dadgeh dikir û dozger.
Desteka YPJ´ê ne sûc e
Scheer got, ti caran ne ‘sûc’ e ku alaya YPJ’ê were hildan, YPG û YPJ’ê 2014’an bi hezaran Êzîdî ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine. Aktivîstê Elman got, li gel berxwedana birûmet a YPJ’ê ya li dijî DAIŞ‘ê, ti caran hiqûqa navneteweyî binpê nekiriye û bi domdarî wiha axivî:
‘’Berevajî vê, artêşa Tirk ku Efrîn dagir kir, hiqûqa navneteweyî binpê kir. Dozgerî bi hincetên kelevajî dibêje, bi alayên YPJ’ê propagandaya PKK’ê tê kirin û ev sûc e. Ev qedexe û lêpirsînên wiha, cesaretê dide Erdoganê despot ku êrişên li dijî Kurdan, li nav sînorên xwe û li Sûriyê û Iraqê bike.”
Min ji bo Mandela çi kir ji Ocalan re wê dikim
Scheer got, hilgirtina pankarta ‘’ji Ocalan re azadî’’ ne ‘’sûc’’ e û got, ‘’Wezareta Navwe dibêje, tenê ew wêneyê Ocalan ê li ser zemîna zer qedexe ye. Lê Ocalan ji bo ku pirsa Kurd bi rêyên aştiyane çareser bibe bi roleke kilîd radibe. Qedexekirina wêneyên Ocalan û nexwestina azadiya Ocalan, tê maneya redkirina çareseriyê.’’
Scheer bi bîr xist ku beriya bi 40 salan, ew tevlî nav xwepêşandanên li dijî rejîma Apartheidê ya Başûrê Efrîkayê bûye, daxwaza azadiya Nelson Mandela kiriye û wiha domand, ‘’Wê demê min pankarta bi nivîsa ‘Ji Mandela re azadî’ hildigirt, a bi wêneyê Mandela. Piştî 40 salî ez niha vê ji bo Ocalan dikim. Ez ê hemû mafên xwe yên qanûnî bi kar bînim û azadiya Ocalan biparêzim.’’
Scheer got ew çûye Kurdistanê, gundên Kurdistanê ku dewleta Tirk ew şewitandine dîtiye, li gel israra di şer de ya Erdogan a van salên dawî jî, Ocalan û PKK gelek caran bang ji bo aştî û çareseriyê kirine.
MUNICH