AXÎN TOLHILDAN / ANHA/AMÛDÊ

Ji beşdarên “Komcivîna Navneteweyî ya Li Ser DAÎŞ´ê” ku li navçeya Amûdê ya Qamişloyê pêk tê, Sûad Mûrad (Hêzda Şengal) li ser hovîtî û kiryarên çeteyên DAIŞ´ê peyivî.

Sûad Mûrad (Hêzda Şengal) sala 2014’an li Şengalê ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatibû revandin. Hêza Şengalê piştî ku ji destê çeteyan hat rizgarkirin tevlî nava refên YJŞ’ê bû.

Hêzda Şengal di destpêka axaftina xwe de qala fermana 2014’an û serpêhatiya jinên hatî revandin kir û got: “Ji malbata min 25 kes ketin destê çeteyên DAÎŞ’ê. Destpêkê em birin Iraqê û piştre anîn Sûriyeyê. Li Sûriyeyê jî em jin, zarok, extiyar hemû xistin girtîgehê. Piştî demekê dayik ji me qut kirin û jinên ciwan ên mayî jî li bazaran difirotin.

Jinên Êzîdî li deverekê kom kirin

Ez jî weke xizmetkarekî bi xwe re birin. Mîna koleyan me xizmet ji wan re dikir. Piştre jinên Êzîdî hemû li deverekê kom kirin. Ew dever veguherandina bazara keç û jinên Êzîdî bû. DAÎŞ‘ê gelekî zilm li me dikir, li me dixist, êşkence dikir. Paşê em birin Reqayê. Reqa navenda DAÎŞ‘ê bû. Rojane bi hezaran jinên Êzîdî li meydana daîm dihatin firotin.”

Min li ser navê jinên Êzîdî şer kir

Hêzda Şengal a ku niha şervana YJŞ’ê ye wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî ez rizgarbûm ji bo şer min berê xwe da Reqayê. Yek ji sedemên tevlîbûna min li nava YJŞ‘ê jî ew e ku tola bi hezaran jinên Êzîdî yên hatin kuştin hilînim. Ez jî çûm Reqayê û tevlî YJŞ‘ê bûm. Rêkxistina jinên Êzîdî bi taybetî jî YJŞ bû hêviyeke mezin. Bû deng û bersiva jinên Êzîdî hemûyan bi taybetî yên hatin firotin û zilm li wan hate kirin. Min li Reqayê şer kir, li wê xaka ku ji bo me weke bazarê bû ji bo hilanîna tola jinên Êzîdî hemûyan min şer kir. Ez; jineke Êzîdî ku zilm û êşkence dîtiye û tevlî nava YJŞ’ê bûye, min tola xwe hilanî û dixwazim DAÎŞ li xaka ku lê hatiye qedandin bê darizandin. Em dixwazin bi navê jinên Êzîdî tevlî dadgeha darizandina DAÎŞ‘ê bibin.”