Wêjevan Ferhadê Mihemed bi pirtûka xwe ya yekem a bi navê ‘Hesabger F’ li meydana wêjeyê ya Kurd xuya bû, beramberî vê tesbîta xwe ya li jor dibêje, divê têkoşîn hemû giraniya xwe dayne ser vê meseleyê.

Ferhadê Mihemed, ji qehremanê romana “Doz” a Kafka ê bi navê Joseph K îlham girtiye û çîroka ku navê xwe li pirtûka wî kirî nivîsiye. Li vir hêjayê mirov behsa wê yekê jî bike, ku nivîskar, paşê ferî Kurmanciyê bûye.

Hîna dema ku diçe zanîngehê, ew nû têkiliyê bi Kurdî û wêjeya Kurdî re datîne. Ew dibêje, malbat a ku ji zextên dewletê ditirse û tenê hîviya alîkariya madî ji zarokên xwe dike, li pêşiya nivîsandina bi Kurdî asteng bûne. Ji bo cihê bîrê di wêjeyê de jî Ferhadê Mihemed dibêje, “Bi ya min bivênevê ya nivîskarekî divê bîra wî be. Min xwe spart bîra xwe û dest bi nivîsê kir. Hingê ez li gundekî Sêwregê yê dûrî teknolojî û rojanebûnê mamoste bûm. Sala 2015´an min dest bi nivîsandina çîrokan kir.”

Di pirtûka Hesabger F’yê de 12 çîrok hene. Ferhadê Mihemed, karakterê Hesabger F weke kesekî ku ji civaka Kurd tê bidûrxistin sêwirandiye. Ew dibêje, ji bo wî Hesabger F neynikeke ciwanên Kurd e: “Hesabgerekî ji rêzê ye ev karakter. Lê karakterê di çîrokê de piştî demekê hew serî li ber neheqiyê diçemîne, û dest bi avakirina jiyaneke din dike. Hesabger F esas, Felat e.”

 

 MA / RIHA