Kînanê 10 salî ye, ew ji wan zarokên Êzîdiye ku hovên çeteya DAIŞ´ê ew revandin û ji xwe re kirin kole. Apê wî ew ji hovê ew kirî kole, karî bi 30 hezar dolarî bikire. Gava ku Kînan bi roijnamevanên Fransî re dipeyive, ji apê wî re nûçeyek tê: QSD´ê Walidê 9 salî rizgar kiriye. Pêr jî Ednan ê piçûk ê ku QSD´ê ew rizgar kir, piştî ku dîmenê wî hat parve kirin, dayika wî ya ku beriya çendekê bi xwe rizgar bû, ew nas kir û li bendê ye ku bigihîjin hev.
Pêr rojnamevan Mutlu Çivirioglu, li ser hesabê xwe yê twitterê, dîmenekî yekî ji zarokên ji DAIŞ´ê rizgarkirî yê Êzîdî parve kir û hêvî kir ku malbata zarokî bi vî awayî karibe xwe bigihîniyê. Piştî wê, malpera nûçeyên elaqedarî Êzîdiyan, Ezidipressê da zanîn ku wan xwe gihandiye dayika wî kurî.
Mala QSD´ê ava
Mutlu Çivirioglu di dîmenê parvekirî de ji zarok dipirse ka navê wî çi ye û ew jî dibêje navê wî Ednan e. Axir, Ezidipress xwe digihîne dayika wî û ew agahdar kir. Dayika wî gelekî bextewer bûye. DAIŞ´ê bavê Ednan di dema fermana Tebaxa 2014´an de qetil kiribû. Dayika wî hatibû revandin û karîbû beriya bi demekê bê azadkirin.
Ezidipressê da zanîn ku dayika Ednan malavahiya şervanên QSD´ê û rojnamevan Mutlu Çivirioglu dike.
DAIŞ´ê Kînan dema fermanê êsîr kiriye û hingê bavê wî qetil kirine, “Min gelek mirî dîtin, mirovên qetilkirî bi destê DAIŞ´iyan. Wan gelekî li me da. Bavê min belesebeb kuştin.”
Kînanê 10 salî dibêje, “Min gelek mirî dîtin, mirovên qetilkirî”. Wî tam nîvê temenê xwe weke koleyê DAIŞ´iyekî derbas kiriye. Ew beriya heştekê azad bûye. Li gorî nûçeya kanala radyo ya Fransî, France Info, DAIŞ´iyê bi navê Ebû Sead di nava sivîlên ji Baxozê derketî de reviye û paşê jî tevî Kînanê piçûk, xwe gihandiye Idlibê.
Min nizanî çima bêhtir li min dixist
Kînan bi bedlekî lê mezin û krawateke sist amade bû, xwestiye wisa xuya bike di van rojên xwe yên piştî koletiyê de; ew dibêje, “min xwest di rojên xwe yên pêşî yên azadiyê de levhatî bim”. Xwişka wî ya mezin firotine. Dayika wî bi xwe li Baxozê di teqînekê de miriye. Piştî mirina dayika wî jî, ew dibêje, “Êdî Ebû Saed bêhtir li min dixist. Min nedizanî çima.”
Kurdî lê qedexekirin
Kurdiya Kînan lê qedexe kirine 5 salan û ji ber wê jî zimanê dayika xwe Kurdî ji bîr kiriye. Gava ku dor li devera Baxoz hatiye girtin, Ebû Saed biryar daye ku bireve Idlibê û li wir li berîkeke dawî ya di destê DAIŞ´ê de bi cih dibe. Apê Kînanî wî li wir xwe bi rêya telefonê digihîne Ebû Saed. Ebû Saed doza 30 hezar dolarî dike, û ew van pereyan dide wî. Piştî bi 5 rojan Kînan digihîje Başûrê Kurdistanê, cem apê xwe.
Dema ku rojnamevanê France Info li cem wan e, ji telefona apê Kînan re dîmenek tê, vê carê şervanên QSD´ê zarokeke 9 salî yê Êzîdî rizgar kirine; navê wî Walid e ku DAIŞ´ê navê Ebdul Haman li ser ferz kiriye. DAIŞ´ê bavê wî jî kuştiye, û dayika wî jî di teqîneke dema şer de jiyana xwe ji dest daye. Ew jî êdî weke Ednan ewle û azad e.
DÊRA ZOR / PARÎS