Hunermend Ferhad Tunc derbarê hatina xwe ya Kobanê de ji ANHA’yê re axivî û diyar kirk u divên hemû hunermendên cîhanê di hunera xwe de cih bidin berxwedana Kobanê û wiha got: “Ez wekî hunermendekî zêdetir weke zarokekî vî miletî min dixwest ez li vêderê bim û hewayê têkoşîn û berxwedana şervanan li vêderê bikşînim û nefes bigirim.”
Tunc di nava axaftinên xwe de dazanîn ku ev heftiyeke pevçûn bi dijwarî didomê lê belê rûkenî ji riwê şervanan qutnabê û moralê wan di asteke bilinde ye û wiha dom kir: „Em li hemû eniyan geriyan me bi şervanan re sohbet kir û ez dikarim bêjim rewşa Kobanê gelekî baş e û bi taybet rizgarkirina Miştenûr ev moral hîn zêdetir bilind kir. Berxwedana ku li Kobanê tê meşandin û mirovên ku li vir tekoşînê dikin netenê ji bo Kobanê yan gelê Kurd e, lê belê ji bo tevahiya mirovahiyê ye. Kobanê beranberî êrişa zihniyeteke paşverû hat û berxwedana Kobanê dê ji bo pêşeroja giştî mirovahiyê bibe ronahî.“
Tunc ev bang kir: “ Ev bû çar mehin li Kobanê berxwedane lê Turkiyeyê hêna jî ji bo alîkariyên mirovahiyê korîdor venekiriye.“
KOBANÊ