Merasîma bîranînê bi pêşengtiya Meclîsa Avaker a Êzîdiyên Şengalê hat lidarxistin. Di bibîranînê de Meclîsa Avaker, Meclîsa Jinên Şengalê, Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiyan (PADÊ), Saziya Çand û Hunerê ya Şengalê, Partiya Pêşverû ya Êzîdiyan û bi dehan welatî amade bûn. 

 

‘Hikûmeta Herêmê û ya Iraqê bê deng in’

Li ser navê Meclîsa Avaker a Êzîdiyên Şengalê Xidir Salih axivî û şehîdên komkujiyê bi bîr anîn. Salih diyar kir ku ji 2003’yan heya niha kê soz da wan, soza xwe pêk neanî û got, “Kî hate Şengalê desthilatdariya xwe meşand, tenê ji bo xwe xebitî û zilm li serê civaka me ya Êzîdî kir. Kesekî ji bo me tiştek nekir. Herî dawî di teqîna 2007’an de bi sedan mirovên me hatin qetilkirin, ne hikûmeta Herêmê, ne ya navendî ya Bexdayê û ne jî cîhanê dengê xwe nekir. Li hemberî vê komkujiyê bê deng man û mîna fîlmekê lê temaşe kirin.”


Li ber çavê cîhanê hemûyî qewimî

 Xidir Salih bal kişand ser komkujiya 2014’an a li gundê Koço û got: “Tam 12 rojan gundê Koço di nava dorpêçê de ma. Her kesî baş dizanî wê ew gel were qetilkirin, lê tevî wê, ne Başûr, ne Iraqê û ne jî hêzên navneteweyî yên cîhanê nexwestin vê bibînin û xwe bêdeng kirin. Li ber çavê cîhanê hemûyî bi sedan mirovên me yên sivîl û bêguneh hatin qetilkirin. Lê êdî bila gelê me yê Êzîdî van komkujî û fermanan ji bo xwe bikin ders û tecrûbe. Êdî ji vir û pê ve hemû tiştên xwe em bikin û em berpirsê biryar û parastina xwe bin.”

 

Kesek ji Koço xilas nebû

Li ser navê Meclîsa Jinên Êzîdî yên Şengalê Dayika Bihar got, dema mijar dibe Êzîdî û Êzîdxan cîhan mîna sê meymûnan tevdigere.  

Li ser navê Partiya Pêşverû ya Êzîdiyan jî Seîd Bedaş axivî û bal kişand ser qetliama nemerdane ya li gundê Koço û wiha pê de çû: “Kesek ji Koço xilas nebû, yên xilas bûn jî mirin ji bo wan baştir bû ji wê rewşê. Bila gelê me yê Êzîdî baş zanibe çiyayê Şengalê û çanda me heya roja îro hemû bi xwîna me hatiye parastin.”


Êrişên bombeyî û qetliama gundê Koço


Di 14’ê Tebaxa  2007’an bi hevkariya hêzên qaşo parastina Êzîdiyan dikirin, bi 4 qemyonên tijî bombe, li gundên Siba Şêx Xidir û Til Izêr ji aliyê hêzên terorîst ên ser bi El-Qaîdeyê ve komkujiyek hat kirin. Di vê komkujiyê de nêzî 700 kesî hatin qetilkirin. Her wiha ji dehan kesan jî hê agahî nîne. Di 14’ê Tebaxa 2014’an de jî çeteyên DAIŞ’ê gundê Koço yê girêdayî Şengalê 12 rojan dorpêç kir. Lê ti hêz û saziyên mafên mirovan li hemberî vê dorpêçê dengê xwe nekir û li pêş çavên cîhanê hemûyî, bi sedan mirovên Êzîdî di dema vê dorpêçkirinê de hatin qetilkirin. 


 ROJNEWS/ŞENGAL