Sazûmankariya ewlehiyê
Waniyên ku ji ber tirsa erdhejên paşing nikarin bikevin malên xwe, li konên parçebûyî û li konbajarên ku dewletê avakirine dimînin. Li hemberî pirsgirêkên erdhejzedeyên li dijî sir û seqemê têkoşîna jiyanê didin hewldan hene, lê çareserî nîn e. Şert û mercên konbajaran ên zehmet jî birîna erdhejzedeyan kûrtir dike. Dewletê li 6 noqteyên cihê konbajar ava kir. Yek ji mînakên vê ya herî balkêş konbajara Mîmar Sînan a li taxa Îskeleyê ye. Li konbajara Mîmar Sînan jiyan di çarçoveya sazûmankariya ewlehiyê de tê sererastkirin. Ewlehiya vî konbajarî bi destê leşkeran pêk tê. Ketin û derketin ji aliyê leşkeran ve tê kontrolkirin û konbajar 24 saetan di bin çavdêriyê de ye. Erdhejzedeyên ku eleqe nîşanî vî konbajarê ku dişibe wargeha leşkean nadin, diyar kirin ku tevî ku 5 hezar kon hatine vedan jî hejmara yên li konbajaran ketiye 3 hezar û 890'an.
Yek ji pirsgirêkên li konbajaran tên jiyîn jî pirsgirêka tenduristiyê ye. Li bajarê ku pirsgirêka avê tê jiyîn, sê rojan carekê bi koliyan av tê belavkirin. Lewma welatî gelek caran ji kaniyan jî pêdiviyên xwe yên avê çareser dikin. Di saetên ku dereceya germahiya hewayê kêm dibe de dûkêla ji konan bilind dibe jî hem zirarê dide tenduristiya mirovan û hem jî dide xwezayê. Li konbajarê ku heta hezîrana 2012'an dê vekirî bimîne ji ber şert û mercên wan giran dibin, ji neçariyê ji konbajaran bar dikin.
DÎHA/WAN